Çavdêriyên ji Şemizînanê
Bakî Gul Şemizînan - Pêvajoya ku gerîlayên HPG’ê bi navê “Operasyona Şoreşgerî” ji 23’yê Tîrmehê ve dane destpêkirin, berdewam dike. Bi taybet ev pêvajoya nêzî du mehan berfihehiya şer û encamên bi xwe re anî, rojevê diyar kir. Li her eniyekê encamên cûda derxist û şîrove hatin kirin. Lê bi taybet desthilatiya AKP’ê, Serfermandariya Artêşa Tirk û çapemeniya Tirk hewl dan ku vê şerê li Kurdistanê û bi taybet li Çelê û Şemizînanê veşêrin.
Baş e, li Çelê û Şemizînanê çi tê veşartin? Hukûmeta Tirk, serfermandariya Tirk û çapemeniya Tirk çima dixwazin şer û rastiya gerîlayan veşêrin? Ji bo em bikarin bersiva van pirsan bibînin, ez û hevalê xwe yê kameraman Mehdî Dogan ev nêzî meheke li eniya şer digerin û dişopînin. Me nûçe û çavdêriyên xwe kişand. Em bi gerîlayên di çeperan de, fermandarên eniyê re axivîn. Şansê me çêbû ku em qereqol û çeperên leşkeran jî bibînin. Bombebaran jî hate serê me. Em ê tiştên ku di vê demê de hatin serê me di rojên pêş de di Nûçe Tv û ANF, rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Ozgur Gundemê re parve bikin.
Lê divê em beriya her tiştê bêjin ku daxuyaniyên Serfermandariya Tirk û hêzên bejahî yên Tirk ên derbarê operasyonên berfireh ên li Şemizînanê hatin destpêkirin de, ne rast in. Wendahiyêçn HPG’ê tenê yên hatine aşkerekirin in. Lê derbarê wendahiyên leşkeran de mirov nikare heman tiştê bibêje. Ji ber ku her roj çalakî pêk tên û teqez di van çalakiyan de mirin çêdibin. Lê hukûmet û serfermandariya Tirk van rastiyan aşkere nekir. Gava em li Şemizînanê bûn, hejmara leşkerên di Tabûra Garê û derdora wê de bi sûîqestê hatine kuştin qet nehat aşkerekirin. Heta dîmenên sûîqestan jî hene. Dîsa bi heman awayî li devera Sênela zêdetirê 10 leşker hatin kutşin. Serfermandartiya Tirk rastiya çalakiya li Harûnayê jî veşart. Lê dîmenên kamerayê hemû rastiyê radixin ber çavan. Ji ber wê jî çapemeniya Tirk jî tenê berdevktiya serfermandarî û hukûmeta AKP’ê dike û rastiyan nabêje.
Nêzî du hefteyan em di çeperên gerîlayan ên ku hemû derdorên baregehên leşkerî yên li Şemizînanê dorpêç kirine de bûn. Artêşa Tirk dixwaze li hemberî gerîlayan hemleyek bike, lê nikare vê yekê bi ser bixe. Şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk de bi awayê şerê eniyê bi dijwarî didome. Gerîla di heman rojê de ji gelek aliyan ve çalakiyan li dar dixin. Gerîlayan artêşa Tirk kişandiye nava taktîka xwe jî. Ji ber wê jî hejmara wendahiyên leşkeran her ku diçin zêdetir dibin. Lê artêşa Tirk ji bo ji vê tengasiyê derbikeve, serî li rêbazên teknîkî û bombebarana zêde dide. Lê em aniha vê jî bêjin; ger HPG di eniya Şemizînanê de bi sedan gerîla di çeperan de aktîf bike, artêşa Tirk dê derbeyên pir mezin bixwe. Ji ber ku gerîla qereqolan, rêyên leşkerî, xetên derbasbûna leşkeran, rê û rêbaran baş kontrol dikin. Hemû liv û tevgerên leşkeran dişopînin. Gerîlayan serweriya herêmê xurtir kiriye. Divê em bêjin çeperên gerîlayan di aliyê parastinê de pir xurt in û xwedî amadekarî ne.
Divê em careke din balê bikişînin ser wê yekê ku şerê li Şemizînanê pir dijwar e. Ew şer ewqas dijwar e ku serfermandarî û fermandariya bejahiyê ya Tirk girîngiyek mezin dide vê herêmê. Ji ber ku şkestina artêşa Tirk û dewleta Tirk a li Şemizînanê dê encamên girîng ên stratejîk bi xwe re bîne. Ji niha ve ev şkestin xwe dide der. Artêş û hukûmeta Tirk nizane dê li vê herêmê çi bike. Şer bi awayeke kaotîk didomîne. Rewşa derûniya leşkeran jî vî şerê kaotîk nîşan dide. Li cihên nobetê leşker nikarin serê xwe derbixin. Bi hejandina mixferên xwe cihê xwe bi hev diguherin. Ji cihê nobetê weke hespên pêşbaziyê diçin û tên. Nikarin serê xwe ji çeperan derbixin. Gava gerîla guleyek an jî hewanek diavêjin çeperek, girek an jî qereqolek, bi dehan obîs û hewanan bersivê wê guleyê didin. Li gorî hişmendiya leşkeriyê, ev yek ji tirseke mezin tê. Dîsa mirov pêngavên ku leşker bi tirs û gumanan diavêje, dikare bi rehetî bibîne. Xweveşartina gerîlayan û kemînên li herêmê dideynin, nahêlin leşker ber bi pêş ve biçin. Bi kurtî derûniya leşkeran jî hema weke ya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Nejdet Ozel e. Bi qehr, xof û tirs in. Ne piştgiriya teknîka DYA’yê, ne jî êrîşên hewayî yên berfireh, nikarin tu encamekê bidin.
Leşker ji ber vê jî alîkarî ji cerdevanan dixwazin. Lê ji ber konjoktura siyasî û civakî ya li Kurdistanê cerdevaniya siyasî û leşkerî îflas kiriye. Gerîla di vê mijarê de pir hessas in. Cerdevanên di çeperên leşkeran de jî yekser nakin hedef. Lê ger cerdevan israr bikin û ew jî weke leşkeran gule bireşînin, gerîla wana jî dikin hedef. Bang li cerdevanan dikin. Fermandarên HPG’ê yên ku me pêre hevdîtin pêk anî, dibêjin ku divê tu cerdevanên li vê herêmê li aliyê artêşa Tirk cih negirin.
Bi vî awayî dorpêça gerîlayan didome. Leşker hewl didin xwe ji vê derê rizgar bikin, lê hemû hesab û planên wan bi ser nakevin. Em dikarin bibêjin ku gerîlayên bi tecrûbeyên xwe yên 30 salan, di nava van du mehan de di dîroka Azadiya Kurdistanê de pêvajoyeke girîng afirandiye. Êdî encama wê çawa dibe, “Operasyona Şoreşgerî” ya li Şemizînanê bi awayeke mezin gihiştiye armanca xwe. Dewleta Tirk, artêşa Tirk û siyaset mêtîngeriyê êdî nikare li vir kar bike. Lê ev nayê wê wateyê ku dê berxwedana gerîlayan a li Şemizînanê bi dawî bibe. Berevajoyê wê berxwedana gerîlayan dê xurtir bibe. Em dê di rojên pêş de vê yekê bi rehetir bibînin.
ANF NEWS AGENCY