1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Çavsorî xwediyê xwe dixwe"
"Çavsorî xwediyê xwe dixwe",çavsorî,xwediyê,xwe,dixwe

"Çavsorî xwediyê xwe dixwe"

A+ A-

Sêrlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Bursayê re dîsa bi hinceta "keştî xirab e" hate redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku ev 142 roj in nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin roja çarşemê ji bo hevdîtinê serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn û serlêdana parêzeran bi hinceta "keştî xirab e" hatibû redkirin. Parêzeran duh ji bo ku hevdîtinê pêk bînin careke din serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serlêdana parêzerên Ocalan, Sînan Zîncîr, Gulşen Ozbek û Suna Bîlgîn careke din bi hinceta "keştî xirab e" hate redkirin.

Hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re ji 27'ê Tîrmehê ve tê astengkirin.


Bêjeyên Miftehî