1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çekên ku şandine ji çeteyan re hatin belgekirin
Çekên ku şandine ji çeteyan re hatin belgekirin,çekên,ku,şandine,ji,çeteyan,re,hatin,belgekirin

Çekên ku şandine ji çeteyan re hatin belgekirin

Çekên ku dewleta tirk ji bo li dijî şoreşa Rojava bêne bikaranîn ji çeteyan re şandine, hatin belgekirin

A+ A-

Li gel hukûmeta Tirkiyeyê îdîa dike ku wan tu çek neşandine ji çeteyan re jî, belgeyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û TUÎKê îsbat dikin ku rastî tiştekî din e.

Ji rojnameya tirk Hurriyetê rojnamevan Tolga Taniş îroj derbarê van belgeyan û trafîka çekan de bi berfirehî nivîsî.

Taniş dide zanîn ku wî pêşî ji ser malpera Comtrade´yê, daneyên NY dîtine. Di wir de diyar dibe ku bi koda xwe ya navneteweyî ”93”, Tirkiye ji Hezîrana sala 2013 û heya niha 47 ton çek şandine Sûriyê.
 Li gor belgeyên NYê, di meha hezîranê de bi koda 9303 3.6 ton, di tîrmehê de 4,4 ton, di tebaxê de ku wê mehê di êrîşa kîmyewî ya li Gutayê de pirê wan zarok hezar kes mirin 10 ton û di meha îlonê de jî ku her kesek li benda şerekî dijwar bû 29 ton çek ji Tirkiyeyê ji bo çeteyan hatiye şandin.

Taniş her wiha dide zanîn ku wî ji rayedaran pirsa vê yekê kiriye û van belgeyan ji wan re jî şandiye, lê ta niha tu bersiv negirtiye.

Rojnamevan Tolga Taniş demek berê jî derbarê ”malên ewle” yên El-Qeîde yên li Reyhanliyê de jî nivîsîbû û parlamentera CHPê ya Stenbol Şafak Payev vê pirsê ji hukûmetê kiribû. Pişre BBCyê jî derbarê mijarê de bi axaftina şahidan, vê yekê ji hemû cîhanê re ragihandibû.

Li gor belgeya hatiye bidestxistin, ji meha hezîranê ve hêjayiya diravî ya çekên ku hatine şandin 1.578.169 dolar in.

Werger: Amîda Kurd