Çend fermandarên pêşmergeyan bi biryara Barzanî hatin girtin
ELEND KERKÛKÎ KERKÛK/ROJ NEWS
Piştî vekişîna hêzên pêşmergeyan ji Şengal û Zûmar, revandin û qetilkirina kurdên Êzdî, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî fermana girtina komek fermandarên pêşmergeyan da.
Derbarê biryara girtina fermandarên pêşmergeyan ên xemsarîkirine de, biryardera lijneya pêşmergeyan li parlamentoya Herêma Kurdistanê Behar Ebdurehman ji RojNewsê re wiha got: “Piştî hêzên pêşmergeyan ji navçeyên Şengal û Zumar vekişiyan, komkujiya Êzdiyan li pey xwe anî. Mesûd Barzanî wekî feramandarê giştî yê hêzên çekdarî biryar daye kesên xemsarî kirine werin cezakirin.”
Behar Ebdurehman diyar kir ku hêjmara kesên hatine girtin nayê zanîn û wiha got: “Piştî ku lijneya pêşmergeyan rapora xwe pêşkêşî aliyên cûda kir, niha bi fermana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî komek fermandarên pêşmergeyan ji ber bûyerên Şengalê hatine girtin. Zanyariyên me li ser rêjeya fermandarên hatine girtin tune ye. Lê lêpirsînên di vê derbarê de berdewam in, navê gelek kesên din ên werin cezakirin heye.”
Herçendî ku navê fermandarên hatine girtin nehatine eşkerekirin, lê berî êrişa çeteyan a li ser wan navçeyan piraniya hêzên li wir pêşmergeyên girêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûn.