1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çete gundên Êzidiyan talan dikin
Çete gundên Êzidiyan talan dikin,çete,gundên,êzidiyan,talan,dikin

Çete gundên Êzidiyan talan dikin

A+ A-

BAHOZ AMED - ŞENGAL 05.09.2014 07:12:15 Çeteyên DAIŞ'ê yên ji gerîlayên HPG û hêzên YBŞ'ê derbên giran dixwin, gundên Êzidiyan talan dikin û dişewitînin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li gelek nuqteyên Şengalê di çalakiyên hêzên HPG û YBŞ'ê de derbên giran xwarin, êrîşên xwe yên li hemberî gelê Êzidî zêde dikin. Li dû çalakiya Cidalî çeteyên DAIŞ'ê komkujiyên xwe dewam kirin û li gundên Êzidiyan terikandine dest bi talanê kirin. Tê gotin ku gundên talan dikin jî piştre bi mayinan diteqînin yan jî dişewitînin.

Yek ji van talanan jî piştî çalakiya hevpar a gerîlayên HPG û hêzên YBŞ'ê ya 30'ê Tebaxê li gundê Bare, rû da. Çeteyan gundê Bare destpêkê talan kirin, dûre jî bi mayînan malên li gund wêran kirin, kirin xirbe.