1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Çete hêzê ji AKP'ê digirin´
´Çete hêzê ji AKP'ê digirin´,çete,hêzê,ji,akp,ê,digirin

´Çete hêzê ji AKP'ê digirin´

Bulut: Çeteyên li Serêkaniyê hêzê ji AKP'ê digirin

A+ A-

MUTHA ÇETİN Nivîskar û lêkolîner Faik Bulut, diyar kir ku kurdên Sûriyeyê bi lezgîn li herême Xweseriya Demokratîk ava dikin û Esad hebe an tune be teqez rêveberî bi destê xwe xistine. Bulud, da zanîn ku çeteyên ku li Serêkaniyê li dijî kurdan êrîşan pêk tînin ji aliyê AKP'ê ve tên arastekirin û hêza xwe ji AKP'ê digirin. Bulut, daxuyand ku mafê AKP'ê tune ku mudaxaleyî kurdên Sûriyeyê bike.

Piştî li Rjhilata navîn bahara eraban pêş ket, di 9'ê Tîrmeha 2012'an de kurdên Sûriyeyê rêveberiya xwe bi dest xistin. Kurdan li Kobanî, Qamişlo, Serêkaniyê, Dêrika Hemko, Cizîrê û Efrînê avahiyên fermî kirin bin kontrola xwe û xweseriya xwe îlan kirin. Kurdan piştî bajar kirin bin rêveberiya xwe, ji bo parastina bajaran hêzên parastina cewherî ava kirin û yekîneyên parastina cewher ava kirin. Di demê dawî de yekîneyên çete ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin perwerdekirin li bajarên kurdan êrîş pêk anîn û di van êrîşan de alozi pêş ketin. Êrişên di 8'ê mijdarê de dest pê kirin belav bûn. Piştî êrîşên li dijî kurdên Serêkaniyê pêk hatin bi dehan mirov hatin kuştin. Der barê geşedanên dawî de Nivîskar û Lêkolîner Faik Bulut, der barê geşedanan de çavdêrî û dîtinên xwe anîn ziman. Bulut, anî ziman ku di demên dawî de pevçûn zêde bûne û ev yek xuya dike ku dê pevçûn zêdetir bibin.

'Bidestxistina rêveberiyê ya kurdan ji bo Tirkiyeyê bû suprîz'

Bulut, bicihkirina fuzeyên Patriotê yên li ser sînorê Sûriyeyê jî wekî mudaxaleya derve binav kir û wiha got: "Emerîqa û welatên Rojava dê wekî berê bi balafir, tanq, top û tifinqan mudaxaleyî Sûriyeyê neke. Dê muxalifê Sûriyeyê bidin tenişta xwe û wekî ku di sala 2003'an de li Iraqê çi kir, dê li vir jî heman rêbazê pêk bîne. Li gorî nerîna min dê di demsala buharê de mudaxaleyekê li Sûriyeyê bikin. Rusya dixwaze ku berî rejîma Esad bê hilweşandin hevdîtin bên destpêkirin, Emeriqan jî dixwazin pişti hilweşandina Esad hevdîtinan pêk bînin. Li vir kurdan piştî rêveberî bi dest xist ev yek ji bo Tirkiye bû suprîz. Hikûmeta AKP'ê dixwaze mudaxaleyî Sûriyeyê bike, lê zêde di destê wê de hêz tune.

'Tirkiye dixwaze kurdan û ereban li hev sor bike'

Bulut, destnîşan kir ku Obama hêj der barê geşedanên Sûriyeyê de piştgiriyê dide Tirkiye û wiha axivî: "AKP li dijî Sûriyeyê reşkirinek mezin kir. Her tim got Sûriye dewleta kurdan ava dike. Got dê PKK li Sûriyeyê çalakiyan pêk bîne. Lê di rastiya xwe de kurdan denê di qada siyasî de rêveberî bi dest xistiye. Ji ber ku Tirkiye raste rast nikare mudaxaleyî Sûriyeyê bike, niha dixwaze bi Riya Barzanî di nava kurdan de perçekirinê çêke. Dixwaze di qada siyasî de alozî û şerekî bide destpêkirin. Niha piştgiriyê dide Artêşa Azad a Sûriyeyê. Niha dixwaze kurdên Sûrî û Ereban li hev sor bike. Tirkiye ji bo ji hundir ve lawaz bike û perçe bike piştgiriyê dide çeteyan û wan dişîne Serekaniyê. Ev çeteyên ku çûne Serêkaniyê hêza xwe ji Tirkiyeyê digirin."

'Tirkiye dixwaze herêma tampon a fîîlî ava bike'

Bulut, da zanîn ku êdî kurdan di nava xwe de yekîtî ava kiriye, lê Tirkiye dixwaze vê yekê perçe bike û her tim partî û rêxistinên kurdan bîne beramerî hev. Bulut, bilêv kir ku Tirkiye dixwaze li sînorê Sûriyê herêma tampon ava bike û wiha got: "Peymana 7 xalên yekîtiyê" girîng in. Tirkiye li hemberî vê yekîtiya kurdan dixwaze li herêmê rampayên fuzeyên Patriot ava bikin. Lê li hemberî vê yekê kurdên Sûriyeyê dixwazin bi israr pirsgirêkê bi riya aştiyane çareser bikin."

Bulut, da zanîn ku bi înkar û îmhaya kurdan pirsgirêka kurdan êdî çareser nabe û xwest êdî ev rastiya wan bê dîtin û hebûna kurdan û statuya wan bêqebûlkirin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî