1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çete ji bo bêexlaqiya xwe vê carê rojiyê bikar tînin
Çete ji bo bêexlaqiya xwe vê carê rojiyê bikar tînin,çete,ji,bo,bêexlaqiya,xwe,vê,carê,rojiyê,bikar,tînin

Çete ji bo bêexlaqiya xwe vê carê rojiyê bikar tînin

A+ A-

REQA – Çeteyên ku li ser navê Îslamiyetê her cure bê exlaqiyê dikin, niha jî nirxeke din a Îslamiyetê tune dikin û li ser navê “rojiyê” jinên ku revandine, wekî kole didin kesên din.

Çeteyên DAIŞ’ê kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê di meha Remezana pîroz de jî didomînin. Li gorî agahiyên ji çavakaniyên herêmê hatine wergirtin, çeteyên DIAŞ’ê qaşo bi munasebeta meha Remezanê li bajarê Reqayê pêşbigrka ezberkirina Qur-ana pîroz dan destpêkirin.

Bi vê armancê li kolanan kaxizên agahdariyê hatine daliqandin. Di kaxiza ku ANHA’yê mînakek wê bi dest xistiye de, tê gotin ku pêşbirk ezberkirina 4 ayetên Qur-ana pîroz e û 3 kesên dikevin dereceyê wê qaşo bêne xelatkirin.

Di belavokê de tê gotin ku wê ji van 3 kesan re jinên ku ji herêmên şer hatine revandin û wekî kole têne bikaranîn, bêne dayîn.

Jinên êzîdî û xiristyan dibin qurban

Di belavokê de tê gotin ku 3 kesên di rêza yekem, duyem û sêyem de bi ser bikevin û 4 ayetên Qur-anê baş ezber bikin, dê di roja yekem a cejna Remezanê de her yek jinek ku çeteyan ji herêmên dagir kirine revandine, bidin wan.

Çavkaniyê ku ev agahî dane, diyarkir ku jinên dê bêne dayîn jinên xiristyan û êzîdî ku çeteyan ji Şengal û cihên cuda yên Sûriyeyê revandin e.

Ev pêkanîna hanê jî rûyê reş ê çeteyan ku dixwazin bi navê Îslamiyetê veşêrin, careke din radixe ber çavan.

(dc/aq)

ANHA