1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Çete ji sînorên Tirkiyeyê derbas bûn leşkeran mudaxale nekir’
'Çete ji sînorên Tirkiyeyê derbas bûn leşkeran mudaxale nekir’,çete,ji,sînorên,tirkiyeyê,derbas,bûn,leşkeran,mudaxale,nekir

'Çete ji sînorên Tirkiyeyê derbas bûn leşkeran mudaxale nekir’

A+ A-

RIHA (DÎHA) – Welatiyê bi navê Salîh Şahîn ê ku şahidê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên bi wesayîta bombebarkirî ji sînorê Tirkiyeyê derbas bûn e diyar kir ku 18 erdamên çeteyê ji sînorê Tirkiyeyê derbas bûne û 10 ji wan jî ketine avahiya TMO’yê, wê bi awayeke zelal ev yek dîtiye, leşkeran jî qet mudaxale nekirine.

Çeteyên DAIŞ’ê duh ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bi wesayîta bombebarkirî derbasî aliyê Kobanê bûn, ev bûyer di hevdîtina Waliyê Rihayê ya bi Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan re pêk anî de hate piştrastkirin lê ligel vê yekê jî ev ji aliyê BYEGM’ê ve hate derawandin. Şahidên bûyerê yên li gundê Etmaneka Mezin û Biçûk jî diyar kirin ku leşkerên tirk qet mudaxale nekirin.

Ji gundê Mehserê welatiyê bi navê Salîh Şahîn diyar kir ku duh serê sibehê li rojhilatê Kobanê pevçûnên dijwar qewimiye, pişter derbasî gundê Etmanekê bûye û ev tişt anî ziman: “Dema derbasî Etmanekê bûm min durbînê mêze kir 2 tank hebûn, ji rojhilat êrîşê derî dikir. Jibilî vê di nevbera me de 600 metre hebû dema bi durbînê mêze dikir bi awayeke zelal 18 çeteyên DAIŞ’ê min dît. 50 metre nêzî qada mayinkirî bûn. Ew qad aydî Tirkiyeyê ye û mayîn jî nîn e. Piştre çûn depoyên genim ên TMO’yê. Hineke pêş ve çûn û 8 kes li ber riya hesin li pirê man û 10 kes derbasî qada TMO’yê bûn. Saet di 07.00-08.00’an de êdî DAIŞ li sînorê Tirkiyeyê bû lê leşkeran qet mudaxale nekirin ew jî bi rêzkirî ber bi derî ve çûn.”

‘Dema DAIŞ be mudaxale nîn e’

Şahîn bilêv kir ku leşkeran bi awayeke zelal çete dîtine û wiha berdewam kir: “Di nevbera min û çeteyên DAIŞ’ê de 600 metre hebû, ger min bi awayeke zelal dîtibe, teqez leşkeran jî dîtine. Ji ber ku ew bêhtir nêzîk bûn. Wesayîta zirxî ya DAIŞ’ê hebû û di navbera wan û leşkeran de ancax 400 metre hebû.” Şahîn anî ziman ku wî berê jî têkîliyên leşker û DAIŞ’ê dîtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em beriya 3 rojan j îli gundê Zehvanê bûn. DAIŞ hat. Li wir kîjan wesayîtan bixwaze digire. Ji sînor derbas dibe. Di navbera wan û leşkeran de 50-60 metre dimîne, leşker tiştekî nakin. Dema DAIŞ mijara gotiyê be yên ku mudaxale bikin nîn e.”

‘Leşkeran mudaxale nekir’

Keyayê gundê Mehserê ya ku dema êrîşê pêk hat li gundê Etmananekê bû Abdurrahman dursun jî wiha got: “Dengê teqînekî hat. Dema em j imalê derketin tank dişewitî. Ji riya hesin 2 kes ber bi Tirkiyeyê ve direvîn. Piştî riya hesin derbas bûn xwe li erdê dirêj kirin û nîv saetan wisa man. Pişter ber bi TMO’ê ve reviyan. DAIŞ’î bûn ji ber ku li wir kesekî din nîn e. Çima dema balafir tên xwe li erdêdirêj bikin? Leşkeran mudaxale nekir.”

(sa/wk)