‘Çete li dijî Şêxmeqsûd şerê derûnî dimeşînin’
BERFÎN ROJ
HELEB – Endamê Rêveberiya Asayîşa Helebê Şêxmûs Qoço ambargoya ku çeteyan daniye ser taxa Şêxmeqsûd wekî şerê derûnî (psîkolojîk) binav kir û got dê ev hewldan negihêjn tu armancan.
HLB-HEVDITIN-ASAYIS-1
Endamê Rêveber ê hêzên Asayîşa Helebê Şêxmûs Qoço derbarê êrîşên komên çete yên El-Nusra ku li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê têne meşandin ji ANHA’yê re axivî. Qoço, got ku êrîşên çeteyan bi piştigiriya istxbaratên Tirkiyê li dijî sivîlan têne kirin û destnîşan kir ku hêzên wan dê rê nedin komên çete yên êrîşkar.
Qoco, êrîşê û topbarana çeteyan a li ser taxa Şêxmeqsûd û embargoya li ser taxê hatiye ferizkirin bi tundî şermezar kir û wiha dom kir: “Komên çete yên El-Nusra, Tevgera Ehrar El-Şam û Lîwai Siltan Murad piştgiriya xwe ji istixbaratên Tirkiyê dibînin. Komên êrîşkar êrîşî hemû şêniyên taxê ji kurd, ereban û xiristaniyan dikin û bi vê yekê dixwazin Helebê bixin bin destê xwe. Bê serûber taxê topbaran dikin û embargo li ser taxê feriz kirine.”
‘Şêxmeqûs mînaka jiyana hebeş e’HLB-HEVDITIN-ASAYIS-3
Qoço, bal kişand ser jiyana Şêxmeqsûd a di bin êrîşan de û wiha pê de çû: “taxa Şêxmqsûd nimûneya jiyana hevbeş, aramî û ewlekariyê ye. Komên çete êrîşî aramî û ewlekariya herêmê dikin, armanca wan ew e ku tevliheviyê di navbera şêniyên taxê derbixin. Êrîşên wan di çarçoveya planeke pêşinde de hatiye meşandin. Em jî di nav de hemû gelê Şêxmeqsûd qebûl êrîşkaran qebûl nakin û dê berisiva hemû êrîşan bidin.”
‘Çete welatiyan direvînin’
Qoço, bal kişand ser kiryarên komên çete yên El-Nusra û ev tişt anî ziman: “Komên çete welatiyên taxê yên diçin Efrînê li herêmên Şeha Û El-Hulik direvînin û işkenceyê li ser wan dimeşînin. Armanc çeteyan ji vê yekê ew e ku tirsê bixin dilê welatiyan û tevliheviyê di nava pêkhateyan de derbixin. Armanceke wan din jî hebe ew ku gelê taxê koçber bibin. Erka me wekî hêzên Asayîşê parstina welatiyan û ewlekariya wan e. Em ê rê nedin komên çete yên êrîşkar û di nava 24 saetan de dewriyên me li nava taxê digerin û parstina ewlekariya welatiyan dikin.”HLB-HEVDITIN-ASAYIS-2
Qoço, da xuyakirin ku vîna gel dê li beranberî hemû êrîşan bi ser bikeve û bi van gotinan dirêjî da axaftina xwe: “Şêniyên taxê û bi hemû pêkhateyan xwe li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan hevgiritina xwe xurt kirine. Ji ber vê yekê dê hemû planên komên çete û êrîşan wan vala bêne derxistin.”
Qoço di dawiya axafitna xwe de ev peyam da: “Pêwîste hemû kes baş bizen, em ê bi hemû hêza xwe û yek destî li gel hêzên Asayîşê bisekin in û em ê şerê komên çete bikin.Em ê bersiva hemû êrîşan bidin û em ê taxa xwe ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin biparêzin.”
(dc)
ANHA