1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çete li Şengalê bi posterên Ocalan dimeşin û komkujiyê dikin
Çete li Şengalê bi posterên Ocalan dimeşin û komkujiyê dikin,çete,li,şengalê,bi,posterên,ocalan,dimeşin,û,komkujiyê,dikin

Çete li Şengalê bi posterên Ocalan dimeşin û komkujiyê dikin

A+ A-

ŞENGAL (DÎHA) - Çeteyên DAIŞ'ê li navçeya Şengalê ji bo ku gelê xwe veşartiye derxînin kolanê û qetil bikin, bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşan lidar dixin. Rayedaran, bang li hemû welatiyan kir ku hişyar bin û neyên vê listikê. Çeteyan beriya niha jî cilên pêşmergeyan li xwe kiribûn û hewl dabûn ku komkujiyan pêk bînin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, çeteyên DAIŞ'ê li navçeya Şengalê, ji bo ku welatiyên xwe veşartine derxînin holê, serî rêyên bêexlaqî didin. Hate ragihandin ku çete li navenda navçeya Şengalê bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş lidar dixin da ku gel derxînin kolanan û qetil bikin.

Çeteyan beriya niha li herêmê cilên pêşmergeyan li xwe kiribûn û ala Başûrê Kurdistanê hilgirtibûn. Rayedarên saziyan û welatiyên ku ji rewşê haydarin, bang li hemû gelê herêmê kir ku hişyar bin û neyên van lîstikan.

(lg)