1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çete sivîlan dikin mertal
Çete sivîlan dikin mertal,çete,sivîlan,dikin,mertal

Çete sivîlan dikin mertal

A+ A-

SÎLVA MUSTEFA

HELEB – Çeteyên koalisyona niştîmanî ya Sûrî li gundewarên rojhilatî bajarê Helebê welatiyên sivîl bi darê zorê dixin nava şer û wekî mertal bikar tînin.

Operasyona Heleb El-Kubra ya ku çeteyên koalisyona niştîmanî (Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam) ragihandiye, di roja duyem de didome. Armanca çeteyan ji vî şerî ew e ku dorpêça li ser taxên bajêr bişikînin û dest deynin ser tevahî Helebê.

Welatiyê bi navê E. S. ji taxên rojhilatî Helebê yên di destê çeteyên koalisyona niştîmanî de ne, rewşa şêniyên wan taxan ji ANHA′yê re vegot.

S. da zanîn ku herdû rojên dawî pir zehmet derbas bûn û wiha axivî: ″Balafirên şer ên rêjîma Baas êrîşên xwe li ser herêmên me zêde kirin û di encamê de, sivîl dibin qurbanî. Lê tu kes girîngiyê nade rewşa ku herêm têre derbas dibe″. S. got ku piştî êrîşên dijwar ên rêjîmê, çeteyên koalisyona niştîmanî ya Sûrî (Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û Nûredîn Zenkî) destûr nedan ku welatiyên wan herêman ji malên xwe derbikevin da wan ji xwe re wekî mertal bikar bînin û ev tişt anî ziman: ″Çeteyên Cebhet El-Nusra duh di saetên sibehê de bi dehan sivîl bi darê zorê derdixistin şer û ew li cebheyên pêş ên li taxên Bustan Başa, Heleb El-Qedîmê û Bustan El-Qesir bi cih dikirin. Lê kesê ku ev yek red dikirin, li wan didan, ew digirtin û dibirin cihekî nediyar″. Şêniyên wan taxan ji bo parastinê li qebûyan de, bi cih dibin. Her wiha li wan herêman hovîtiya çeteyan didome.

(mm)

ANHA


Bêjeyên Miftehî