Çeteyan bermayiyên dîrokî dizîn
TIL TEMIR 03.05.2014 10:16:01 Komên çete bi bendozeran li deverên dîrokî ên Til Temirê lêgerîn kirin, bermayiyên dîrokî dizîn û hat ragihandin ku ew li Tirkiyeyê firotin.
Gava herêma di navbera bajarokê Ebû Rasên û bajarê Til Temirê de di bin kontrola komên çete de bû, hin kesên ku alîkariya çeteyan dikirin di zeviyên li gundê Ribêat Şerqî ya 15 km rojavayê bajarê Til Temir şikefteke dîrokî di bin erdê de dîtin. Şikefta behsa mijarê mîna odeyekê ye û derdora 4 metreyan dirêjî, 3 metreyan fireh û bilinbûna wê jî zêdetirî 2 metreyan heye.
Li gorî agahiyên der barê tiştên ku di şikeftê de hatin dîtin, diyare ku kevir bi destan hatine kolandin û şkeft kevn e. Wan kesan komên çete agahdar kirin. Li ser vê yekê jî çeteyan li dora şikeftê bi alavên lêgerîna bermayiyên dîrokî lêgerîn kirin û bi bendozeran li deverê kolandin kirin. Çeteyan bermayiyên dîrokî yên herêmê dizîn û li Tirkiyê firotin. Welatiyan diyar kirin ku dema çeteyan li vê deverê lêgerîn dikirin, ne dihiştin ku tu kes nêzî bibe û deverê wekî herêmeke leşkerî bi nav dikirin. Gundiyan destnîşan kirin ku çeteyan piştî kolandin bi dawî kirin ax li kortikan vegerandin.
Li ser pirsa gelo çeteyan tiştek ji wê deverê derxistin an na, gundiyan li gorî axaftinên kesên alîkarî didan çeteyan gotin ku çeteyan hin bermahiyên kevin ji herêmê derxistin û li Tirkiyê firotin. Welatiyan dan zanîn ku kesên di lêgerîna bermayî û şûnwarên kevin de pispor anîbûn û bi alavên herî pêşketî lêgerîn dikirin û xebatên xwe di nava çend rojan de didomandin.
Li derdora Til Temirê bi dehan girên dîrokî hene. Çavkaniyan dan zanîn ku di dema rêjîmê de jî kolandina gelek girên herêmê qedexe bûn û ji bo ku dîroka rastî ya herêmê dernekeve, lêgerîna bi awayekî sîstematîk ne dihat kirin. Lê bi riya gelek qaçaxçiyên şûnwaran ên bi ser wan ve di gelek giran de lêgerîn hate kirin û şûnwarên herêmê dihatin dizîn.