1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Çeteyan li ber çavên me xizmên me kuştin’
‘Çeteyan li ber çavên me xizmên me kuştin’,çeteyan,li,ber,çavên,me,xizmên,me,kuştin

‘Çeteyan li ber çavên me xizmên me kuştin’

A+ A-

SEYID EVRAN - EFRÎN - ANF 

Jinên ku ji ber hovîtiya komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra ji Til Eran û Til Hasilê reviyan û hatin Efrînê, diyar kirin ku çeteyan li pêş çavên wan xizmên wan kuştine. Jinan gotin ku xwîşk û dayikên xizmên wan ên hatine kuştin jî hatine revandin. Jinan destnîşan kirin ku bi şev ji destê çeteyan reviyane û bi zarokên xwe re 3 rojan li çolê di bin germê de mane.

Welatiyên ku ji bajarokên Til Eran û Til Hasil ên Helebê ji ber komên çete reviyan, hovîtiya hatiye kirin vegotin. 3 malbatên ku ji ber êşkence, kuştin û talankirina komên çete ku 6 roj berê destpê kiribû reviyan û tenê ji jin û zarokan pêk tên gihiştin bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê.

JI 40 MALBATAN 13 KES HATİNE

Ji 3 malbatên ku duh saet derdora 14.00’an de gihiştin Efrînê, 2 jê ji Til Hasil yek jî ji Til Eranê hatine. Her sê malbat jî ji bo ku canê xwe xelas bikin, ber bi çolê ve reviyane û 3 rojan li çolê mane. Li gorî agahiyên ku koçberan dane, her sê malbat ji 40 malan pêk tên, lê tenê 3 malbat hatine û ew jî 13 kesên ku piranî ji zarok û jinan pêk tên. Jinan destnîşan kirin ku agahiya wan ji xizmên wan ên din nîn e û jiyana wan hemûyan dibin talûkeyê de ye.

‘EW KUŞTIN Û 4 XWIŞK Û DAYIKA WÎ REVANDIN’

Jina bi navê Kevser Kalo ya 25 salî ku ji Til Hasilê bi dayika Bêzê Ebdulla, xwîşka xwe Emîne Kalo, Cevahîr Kalo, Beşîr Kalo, Zehra Kalo û 6 zarokan re ji destê komên çete xelas bû, hovîtiya ku hatiye kirin bi van gotinan anî ziman: “Komên çete ber êvarê ve ketin gund. Serê sibehê jî dema mele ji bo xwendina bangê diçû mizgeftê nehiştin biçe. Li şûna wî ew bi xwe çûn mizgeftê û fermana Kurdan xwendin. Digotin, ‘dema tunekirina Kurdan hatiye. Malê wan û namûsa wan helal e’ Her wiha banga ku em malên xwe terk bikin û biçin dikirin. Li ber çavên me pismamê min ê 18 salî Cuma Dîban Kalo kuştin. Nehiştin ku em biçin ser cenazeyê wî. Piştre dayika wî Arîfe Tarbû, xwîşkên wî Şems Kalo, Rukiye Kalo, Meyedde Kalo, Rabîa Kalo û keça wê ya yek salî revandin. Em nizanin ka birine ku derê.

3 ROJAN LI ÇOLÊ MAN

Kevser Kalo ku nekarî rondikên çavên xwe bigire, destnîşan kir ji bo ku xwe ji komên çete xelas bikin û berê xwe bidin çolê li benda şevê mane û wiha dom kir: “Dema dunya tarî bû, me zarokên xwe girtin û derketin rê. Em di tariyê de nêzî 2 saetan ber bi rojavayê gund ve meşiyan. Cihê ku me dixwest xwe bigihîninê li derveyî gund bû, lê çol bû. Dema em gihiştin wê çolê êdî şev borî bû. Zarok birçî û tî bûn. Lê tiştekî ku me bikira tune bû. Li dora me deng dihatin û me got belkî çete bin, lewma em tirsiyan. Lê piştî demeke kurt me dît ku ew jî malbatên ji ber zulma wan reviyane. Em 3 rojan li wê çolê man. Paşê bi rengekî me xwe gihand Helebê û ji wir jî em hatin vir.”

NEKARÎ AXAFTINA XWE TEMAM BIKE

Dema Kevser Kalo diaxivî, diyar dibû ku hîn jî di bin bandora hovîtiya rû daye de ye, lewma bi tirs li dora xwe dinêrî û nekarî rondikên xwe bigire. Kevser Kalo, ji ber vê yekê jî piştî demekê nekarî axaftina xwe temam bike û xwîşka wê Zehra Kalo domand. Zehra Kalo, got ku cîranê wan Hamam Ahmed Hamam li ber çavên wan hatiye kuştin û hovîtiya hatiye jiyandin wiha vegot: “Hamam li hewşa mala wî kuştin. Hamam du caran zewicî bû. Çeteyan hevsera wî Nur Celal û her du zarokên wê, hevsera wî ya din Melek Cindkariyê û 3 zarokên wê revandin.”

Zehra Kalo, anî ziman ku malbata wan gelekî berfireh e, li Til Hasil nêzî malên wan e, lê niha agahiya wan tenê ji 4 malbatan heye û tu agahiya wan ji yên din nîn e.

Werdê Hawa jî ji bajaroka Til Eran ku komkujî herî zêde li wir rû daye hatiye. Werdê Hawa jî dibêje ku ew bi 3 zarokên xwe re ber bi çolê re reviyane û wisa xelas bûne. Hawa hovîtiya çeteyan wiha vegot: “Ji malbata me Semir û Elî li ber çavên me kuştin. Ji bo ku zarokên xwe xelas bikin, dema hewa tarî bû, em ketin çolê. Piştî ku nêzî saetekê meşiyan, em gihiştin cihê ku malbata Kalo hatibûyê. Em 3 rojan li wê derê di bin germa dijwar de man û paşê me xwe gihand vir. Li bajaroka me jî nêzî 20 malên me hebûn, lê niha agahiya me tenê bi 6 malbatan heye û çi bi serê yên din hatiye em nizanin. Dibe ku hemû hatibin kuştin. Jixwe em 3 rojan bi fikra ku belkî mirovên me yên din werin rawestiyan. Lê piştî ku nehatin em hatin vir.”

Hawa destnîşan kir ku li cem komên çete li ser navê mirovahiyê tiştek tune ye û got: “Ji ber ku em Kurd in, komkujî pêk anîn. Hewl dan ku xaniyên me bi ser serê me de bînin xwarê. Sûcê me jî ji ber ku em Kurd in.”

Dema Werdê Hawa ev tişt digotin, sê zarokên wê yên bi navê Ehmed, Rêzan û Ebdullah jî bi awirên kûr li tiştên ku dayika wan vedigotin guhdar dikirin.