Çeteyan li gundê Bîrtimeh'ê 8 welatî revandin
KOBANÊ 08.05.2014 08:20:01 Welatiyên gundê Bîrtimeh ê 15 km li başûrrojavayê Til Ebyedê ye, teqez kirin ku 300 çeteyên DAIŞ'ê bi 40 wesayîtan êrîşî gundê wan kirin û 8 welatî revandine.
Welatiyan dan xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê bi 40 wesayîtan ku bi çekên giran barkirî bûn, êrîşî gundê wan kirine û 8 welatî zarokek di nav de revandin û hemû malbat neçarî koçberiyê kirine.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, navê welatiyên hatine revandin ev e: “Xalid Umer (40) zewiciye û 7 zarokên wî hene, her du bira Şahîn Mihemed Umer (24) û Basil Mihemed Umer (18), Reşîd Bekrî (27), çar bira Umer Mistefa (23), Behcet Mistefa (19), Mihemed Mistefa (14) û Ibrahîm Mistefa (26) zewiciye û 2 zarokên wî hene.”
Gundiyan diyar kirin ku 48 mal di gund de hene û hejmara welatiyan nêzî 318 kesî ne, ji van 8 hatin revandin û kesên mane jî bi darê zorê hatin koçberkirin.
Piştî êrîşê welatiyên gund berê xwe dan Mala Gel a gundê Bîr Erebê û ji vir Mala Gel welatî li gundê Solan, Qertel, Bîr Nasir, Bîr Xat û hin gundên din bi cih kirin.
Tê zanîn çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) êrîşî gundê ku şêniyên wî Kurd in, bi behaneya ku Kurd gawir in, dikin.