Çeteyan li Kobanê darbeyên giran xwarin
KOBANÊ - ANF Li Kobanê ya 19 roj in di bin êrîşa çeteyên DAIŞ de ye, şevê din di navbera şervanên YPG-YPJ û çeteyên DAIŞ de şer û pevçûnên herî dijwar rû dan. Çeteyên DAIŞ ên bi çekên giran êrîşî girê Miştenûr kirin windahiyên mezin dan.
Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên bi tank û çekên giran, şervanên YPG-YPJ’ê 19 roj in berxwedaneke destanî nîşan didin. Di tevahiya şevê de êrîşa herî mezin a çeteyên DAIŞ ku pêk hat çeteyân windahiyên mezin dan.
Şer û pevçûn ku li eniyên başûr û rojhilatê Kobanê dijwar bûn, çeteyên DAIŞ bi taybet êrîşî girê Miştenûr ê xwedî cihekî stratejîk e kirin. Ji duh bi şev ve çeteyan bajêr dan ber hewan û topan û şervanên YPG-YPJ’ê bi çalakiyan bersiv dan êrîşan.
Di agahiyên tevayî şevê de hatin hat ragihandin ku nêzî 150 çeteyên DAIŞ hatine kuştin. Di şer û pevçûnan de gelek wesayîtên çeteyan hatin derbkirin.
Şervanên YPG-YPJ’ê yên ji bajêr agahî dan me ragihandin ku çeteyên DAIŞ darbeyên herî giran ên heta îro xwarine.
VIDEO: http://www.youtube.com/watch?v=XCvo7X0EcGA
NIKARIN CENAZEYÊN XWE JI ERDÊ RAKIN
Wezîrê Parastinê yê Kobanê Îsmet Şêx jî di daxuyaniya xwe de got ku çeteyên DAIŞ ên digotin wê nimêja sibehê li Kobanê bikin û lewma ji herêmên Cerablus, Minbic gelek hêz anîn têkçûneke mezin jiyan.
Şêx got, “Ji danê vê sibehê ve jî bi çekên giran êrîş dikin. Şer li eniya başûr û rojhilat didome û çeteyan li girê Miştenur windahiyên mezin dane.
Hesen wiha dewam kir, "Çete rastî bersiveke dijwar a şervanên YPG-YPJ’ê hatin. Ez dikarim vê bêjim. 150 cenazeyên wan li Miştenur li erdê mane. Nikarin cenazeyên xwe bigirin.
EV CEJN WÊ BIBE CEJNA BERXWEDANÊ
Berdevkê Hikûmeta Kantona Kobanê Mahmud Beşar jî got ku wê ev cejn bibe cejna berxwedanê û got, “Digotin em ê nimêja cejnê li Kobanê bikin. Lê her du artêş berxwedanê dinivisînin. Hilweşîna çeteyan didome.”