1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çeteyan li Şêxmeqsûd 14 sivîl kuştin
Çeteyan li Şêxmeqsûd 14 sivîl kuştin,çeteyan,li,şêxmeqsûd,14,sivîl,kuştin

Çeteyan li Şêxmeqsûd 14 sivîl kuştin

A+ A-

HELEB 15.09.2013 10:58:49 Êrîşên komên çeteyên ser bi Artêşa Azad di roja 9’an de li dijî taxên kurdan ên Helebê didomin. Êrîş rastî berxwedana Hêzên YPG/YPJ û Eniya El-Ekrad tên. Di encama topbarana çeteyan de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Komên çete ên girêdayî Artêşa Azad di roja 9’an de êrîşên xwe yên li dijî taxa Şêxmeqsûd dewam dikin. Komên çete di êrîşên xwe de çekên giran û tangan bikar tînin. Êrîşkar rastî berxwedana şervanên YPG/YPJ û Eniya El-Ekrad tên û nikarin pêşbikevin. Li gorî agahiyan di pevçûnên 9 rojan de 72 êrîşkar hatine kuştin û 8 birîndar bûne.

Komên çete ku ji ber berxwedana şervanên YPG/YPJ û Eniya El-Ekrad nikarin pêşbikevin taxê topbaran dikin. Hate hînbûn ku di encama topbaranê de 14 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 40 jî birîndar bûne.

Ji aliyekî ve hêzên rêjîma Baas û ji aliyê din ve komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad êrîşî taxa Şêxmeqsûd dikin û hewldidin ku taxê bixin bin kontrola xwe. Lê tevî hemû êrîşan jî berxwedana şêniyên taxê dewam dike û bi hemû hêza xwe alîkariya hêzên YPG’ê û Eniya El-Ekrad dikin. Jinên kurd di saetên sibê de xwarinê amade dikin û zilam jî li navendên YPG û bendên kontrolê belav dikin.

Hate hînbûn ku hêzên rêjîmê jî di êrîşên li dijî taxên kurdan ên Helebê de piştgiriya komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad dikin. Li aliyê din jî hate destnîşankirin ku komên çekdar bi armanca zextê li hêzên kurd bikin sivîlan direvînin. Hate gotin komên çekdar 3 zarok û hevsera endamê Meclîsa Taxa Eşrefiyê Remî Mûsa revandine. Li gorî agahiyan navê kesên ku hatine revandin wiha ne: Zîlan Mûsa, Ehmed Mûsa, Hesen Mûsa û hevsera wî Nezmiya Mihemed.