1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çeteyan sivîl neçarî tevlîbûna nava xwe dikirin
Çeteyan sivîl neçarî tevlîbûna nava xwe dikirin,çeteyan,sivîl,neçarî,tevlîbûna,nava,xwe,dikirin

Çeteyan sivîl neçarî tevlîbûna nava xwe dikirin

A+ A-

SEYDO ÎBO – BERFÎN ROJ

HELEB – Çeteyên Koalîsyona Niştîmanî ya Sûrî bi welatiyên taxên rojhilatê Helebê birçî dihiştin û ew neçarî tevlîbûna nava refên xwe dikirin.

Jina 29 salî ya bi navê Ezîze Bekar, ev sê mehin tu agahî ji hevjînê xwe yê ku tevlî çeteyên Lîwa Muntesir Bilah Mihemed Ebdullah Îsa werngirtiye. Ezîze got ku hevjînê wê li beramberî biçîbûna zarokan xwe, neçar ma ku tevlî refên çeteyan bibe.

Ezîze dayika 4 zarokan e. Ezîze tevî malbata xwe ji kampa Henderat berê xwe dan taxa Şêx Faris a rojhilatê Helebê û li wir jiyan kirin.

Dema ku aloziya Sûriyê dest pê kir, taxên Rojhilatê Helebê vediguherîn qada şerên dijwar ên di navbera komên çete yên girêdayî Koalisyona Niştîmanî ya Sûrî û rêjma Baas de. Ezîze wan rojan wiha vedibêje :″Bi gurbûna şer û êrîşên li ser taxên me, hêzên rêjîma Baas ambargo li ser me ferz kirin, kar nema. Xwarin di mal de nema, zarokên min ji birçîbûna digiriyan. Çeteyan alîkariya ku derbasî taxên me dibû, vedişartin û tenê li malbatên xwe belav dikirin, şêniyên din jî hemû birçî diman.″

Ezîze got ku ji ber rewşê hevjînê wê neçar ma û tevlî komên çete bû û ev tişt anî ziman: ″Ev 4 mehin hevjînê min tevlî çeteyên Lîwa El-Muntesir Bilah bûye, wî navenda wan diparast, bi vî awayî xwarin ji me peyda dikir. Lê ev 3 mehin, piştî ku balefirên şer cihê wan bombebaran kirin, min tu agahî jê wernegirtine. Ez nizanim sax e yan miriye.″

Ezîze da zanîn ku piştî agahî ji hevjînê qut bûn, êdî cîranekî wan ê ku di nava çeteyan de bû, xwarin ji wan re peyda dikir.

Ezîze rewşa jinên taxên rojhilatî bi gotina wiha anî ziman: ″Gelek destdirêjî li hember jinan dihat kirin, çeteyan kiryarên pir xerab bi serê jinan dikirin. ″

Çeteyan li taxên rojhilatê Helebê welatiyên sivîl birçî dihiştin û neçarî tevlîbûna nava xwe bikin.

Bi rizgarkirina taxên ′Bustan Başa, Hulok, Heyderiyê, Biêdîn, Şêx Faris û Şêx Necar′ ên rojhilatê Helebê ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve, gelek depoyên çeteyan ên madeyên xwarinê dîtin û li şêniyan wan taxan hatin belavkirin.

(nse)

ANHA