Çeteyan Til Koçer di nava xwe de parve kiribûn!
TIL KOÇER 01.11.2013 11:50:40 Piştî rizgarkirina bajaroka Tilkoçer ji destê komên çete yên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra diyar bû ku çiqas ziyanê didin deverên ku xwe têde bi cih dikin.
Piştî ku hêzên YPG'ê bajarokê Til Koçer ji destê çeteyan rizgar kirin gelek belgeyên ku rastiya çeteyan nîşan dide ketin dest. Ji bermahiyên çeteyên DAIŞ/El-Nusra de diyar dibe ku dikan û bîrên petrolê di navbera hev de parvekirine û her tabûreke navê xwe li ser para xwe nivisiye.
Dema mirov dikeve bajar de merov nivîsên wek “Ev ji bo Cebhet El-Nusra ye, ev ji bo Tugaya Xiwêran e û Ehrar El-Zahîriyê ye” dibîne. Li aliyê din jî komên behsa mijar bîrên petrolê li gorî Emîrên bi navê Ebo Bilal û Ebo Amêr parve kirin.
Çeteyên ku malên giştî parvekirina bê ku rehmê bikin malê welatiyan jî li hev parvekiribûn û talankirin. Komên çete ku li berxwedana hêzên YPG'ê têk çûn agir bi bîrên betrolê xistin û alavên din jî wêran kirin. Dumana ku ji bîrên neftê diçe bandorê li tenduristiya herêmê dike.
Komên çete ku ji herêmê hatin derxistin kiryarên li dijî zagonên mirovahî kirine. Her wiha çeteyan gelek avahiyên bajaroka Til Koçer mayîn kirine û xwestine biteqînin. Şervanên YPG'ê diyar kirin ku ew ji roja yekê ya rizgarkirina Til Koçer hemleya paqijkirina mayîna dane destpê kirin û piştî hewldanan hemû mayînên çeteyan bê bandor kirine û hilkirine.
Hêzên Asayîşa Rimêlan diyar kirin ku ji bo vemirandina agirê bi bîrên petrolê yên li gundê Elî Axa ketine nava hewldanan û dê pisporan bişînin herêmê.