Çeteyên DAIŞ’ê 50 ciwan li Hewîce winda kir
ELEND KERKUKÎ/KERKÛK - ROJNEWS Çeteyên DAIŞ’ê li nahyeya Zabî ya girêdayî qezaya Hewîce ya girêdayî Kerkûkê 50 ciwanên ku nedixwestin çek hilgirin windakirin. Herwiha çeteyan yasayek ji bo jinan derxistiye ku divê jin cilên girtî li xwe bikin. Çavkaniyek li nahyeya Zabî ya girêdayî qezaya Hewîce ji RojNewsê re ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê 50 ciwanên li nehya Zabî revandine û wiha axivî: “Çeteyan dest bi revandina ciwanan li vê nehyê kirine. Ciwanên ku tevlî çeteyan nabin ji aliyê çeteyan ve tên revandin û tên windakirin.” Herwiha heman çavkaniyê destnîşan kir DAIŞ’ê yasayên nû ji bo jinan derxistine û wiha got: “Çeteyan yasayek ji bo jinên li vê nahyeyê dijîn derxistine û dibêjin divê jin xwe bi awayek sergirtî bi pêçin. Ger ew yek pêkneyê çete li zilamên wan jinan didin. Herwiha ger keç be û xwe ne pêça be, wê li bira yan jî bavê wê keçê bidin.”