1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çeteyên DAIŞ'ê ketin nava Şengalê
Çeteyên DAIŞ'ê ketin nava Şengalê,çeteyên,daiş,ê,ketin,nava,şengalê

Çeteyên DAIŞ'ê ketin nava Şengalê

A+ A-

ŞENGAL 03.08.2014 11:23:13 Şengal a hêzên pêşmergeyên PDK'ê jê derket, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin. Çeteyan li nava Şengalê ala xwe daliqandin. Gel jî ji tirsa komkujiyê, herêmê diterikîne. Hêzên YPG'ê yên bi hawara Şengaliyan ve çûn, tê payîn ku di demeke kurt de xwe bigihînin Şengalê.

Cihê pîroz ê Kurdên Êzidî Şengal, piştî ku pêşmergeyan xwe ji herêmê vekişandin, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin. Hat ragihandin ku çeteyan li bajarok ala xwe daliqandine.

Hêzên pêşmergeyan ên cihê pîroz ê Êzidiyan Şengal terikandin, tê gotin ku ji bo herêmê ji destê çeteyan derxînin, civînê lidar dixin.

Ji ber tirsa komkujiyan, gelê herêmê jî cih û warên xwe diterikîne. Piraniya gelê herêmê berê xwe da Duhokê û beşek jê jî ber bi çiyayê Şengalê ve birê ket.

Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ji bo dest li çeteyên DAIŞ'ê werin ji duh ve sînor rakiriye û derbasî Başûr bûne, bi hêzeke mezin ber bi Şengalê ve diherike. Tê payîn ku şervanên YPG'ê di demeke kurt de xwe bigihînin Şengalê.

Çeteyên DAIŞ'ê ji duh bi şev saet di 03'an û pê ve êrîşî bajarokê Şengalê û gundên ser bi wê kirin û gel jî bi çekên xwe li dijî çeteyan li ber xwe dabû. Danê sibê jî pêşmergeyên ser bi PDK'ê bi awayekî konvoyan xwe ji Şengalê vekişandin û Şengal di nava lepên çeteyan de hiştin.