1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çeteyên DAIŞ’ê kiryarên xwe yên qirêj vegotin
Çeteyên DAIŞ’ê kiryarên xwe yên qirêj vegotin,çeteyên,daiş,ê,kiryarên,xwe,yên,qirêj,vegotin

Çeteyên DAIŞ’ê kiryarên xwe yên qirêj vegotin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Îtirafên endamên çeteyên DAIŞ'ê yê li Rojava hatin girtin di Sterk Tv’ê de hatin weşandin. Çeteyên DAIŞ'ê çawa ji Tirkiyeyê derbasî Rojava bûn, Rojava û planên li hemberî Şengalê çawa pêk tên û kiryarên xwe yên qirêj vedibêjin.

Hêzên YPG'ê û Asayîşa Rojava demek berê hinek endamên çeteyên DAIŞ'ê girtin û îtirafên çeteyan di Strek Tv’ê de di bernameya bi navê "Çeteyên bêesil: DAIŞ" hatin weşandin.

Ji çeteyên DAIŞ'ê yê bi navê Mihemed Yûsif Vazo yê ji gundê Ebû Qîr e wiha kirinên xwe wiha vegotin: "Ez li ser sînor kar dikim. Ez ji aliyê Mihemed Hacî Ezîz ve hatim birêxistinkirin û civînên me li mala wî pêk dihatin. Ez û Ebdulelîm Bazo, Ebdulkerîm Bazo, Sedam Ebdulhemîd Bazo, Fazi bi nasnav Sedam, Betran El Faris, Ebdella Salih El Faris, Mihemed Hacî Ebdulezîz û Telal Ebdulhafiz Bazo. Em li hev diciviyan. Di civînê de em li hemberî Partiya Karkeran (PKK) sor dikirin. Ji me re digotin Partiya Karkeran terorîst e. Lazim e em li dijî wan bi her awayî şer bikin. Dema min li ser sînor kar dikir, hat û ji min re got, divê em ji Tirkiyeyê çekan bînin. Ji min re got, lazim e tu li gel Ebdulkerîm bide û bistîne. Paşê min fêm kir ku Ebdulkerîm li Tirkiyeyê bi kesî bi navê Ebdulmarûf re dixebite. Vî kesî ji bo Ebdulkerîm çek peyda dikir û heta têlên sînor dianî. Ji wir jî min derbas dikir û min dibir heta mala Mihemed Hacî Ezîz. Mihemed Hacî Ezîz xwedî rê û resmên dînî yên ecêb e. Nîkah me dibirî. Yê ez nîkaha min birî jî Mihemed Hacî Ezîz e. Mihemed Hacî Ezîz her tim em li dijî Partiya Karkeran sor dikir. Me ji bo wî çek dianî û li mala wî bi cih dikir. Ji me re digot ne karê we ye ku hûn pirsa van çekan bikin. Digot ya ez dixwazim ew e ku hun çek ji bo min bînin û bi vî awayî karê we xilas dibe. Li pêşiya Partiya Karkeran van mukir hatinan aşkera dikim."

Ji Tirkiyeyê çek derbasî Rojava dikin

Îtirafkarê çeteyên DAIŞ’ê Vazo di îtirafên xwe de çawa çek ji Tirkiyeyê derbas kirine jî vegot û wiha îtirafên xwe domanad: "Hejmara min ya rêxistinî 11 ye. Ji me re digot lazim e em Partiya Karkeran bi temamî li herêmê ji holê rakin. Wî ez wezîfedar kirim da ku ez biçim li ser sînor û çekan bînim. Ebdulkerîm derbasî Tirkiyeyê dibû. Piştî ku wî çek ji kesê bi navê Mihemed Marûf digirt, dianî heta sînor. Paşê li herêma di navbera Xerab Reşik û Banokiyê li nava dolên biçûk û di navbera saet 12 û 2'yê şevê em li benda wesayîtê diman. Çekên ku me digirt li ser riya Banokiyê, Heyake û Rûbariye me dibir gundê xwe. Li wir me çek radestî Mihemed Hacî Ezîz dikir û paşê wî em belav dikirin. Min biryar da ku ez van rastiyan ji Partiya Karkeran re bêjim."

"Mihemed Hacî Ezîz ji me re got, lazim e em beşdarî rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bibin. Me sîleh 2 caran anî. Cara yekemîn 5 qileş û 2 demançe û cara duyemîn jî 6 qileş û 4 demançe eyar 9.5. Paşê Mihemed Ezîz em wezîfedar kirin da ku endamên Mihemd Marûf wan bîne ser sînor da ku em wan derbas bikin. Paşê me fêm kir ku qaşo ew endam Cîhadîst in. Ji El Qaîdê ne. Hin ji wan biyanî û hin jî Ereb bûn. Wesayîta Betran ew dianîn ser sînor me jî ew digirtin û radestî Mihemed Ezîz dikirin. Wekî din em têkildarî tiştekî nedibûn."

‘Herêmê ji kurdan rizgar bikin’

Yusif Vazo di îtîrafên xwe de balê dikêşe li ser dijminatiya çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kurdan jî û dibêje ku armanaca wan herêm ji kurdan rizgar bikin. Vazo di berdewama îtirafên xwe de ev tişt vegot: "Piştî me çek ango qileş û demançe dianîn, em li mala Mihemed Ezîz diciviyan. Mihemed Ezîz em sor dikirin da ku em herêmên Sûrî û Tirkiyeyê ji Partiya Karkeran rizgar bikin. Bi giştî ji me re digot lazim e hûn herêmê bi temamî ji kurdan rizgar bikin. Yanî pêwîst bû ku kurd li herêma me nemabana. Me yê bi her şêwazî li dijî kurdan şer bikirana. Ji me re digot kuştin û serjêkirina wan helal e. Dema dersên olî dida me, ji me re digot kurd xwedê nasnakin, kafir in. Herî dawî em wezîfedar kirin da ku em biçin 4 kamyonên xwekujî peyda bikin. Yek ji van kamyonan wê Telal Ebdulhafiz Bazo, yek Hafiz Xidir Ezîz, yek Sedam Ebdulhemîd Bazo û yê din jî Ebdulezîz Yûsif Bazo wê bikar bianîba. Me yê ev kamyon bi heman rêbazî baniyana. Dema em çûn ser sînor em ketin kemîna Partiya Karkeran û em hatin girtin û em anîn vê de rê."

‘Li Riha û Edeneyê endamên hebûn’

Îtirafkar Vazo di îtirafên xwe de diyar dike ku endanên wan li bajarên wekî Edene û Rihayê hene û ew bi wan re jî dikevin têkîliyê. Vazo têkîldarî vê mijarê jî ev tişt anî ziman: "Li gorî projeya berferekirinê, me yê herêm rizgar bikirana. Qaşo endamên me li Cizîrê, Edenê û Urfayê hebûn. Ebdulkerîm derbasî van deran dibû û bi endaman re pêwendî saz dikir û ferman ji wan dianî. Fermandariya me ya li vê herêmê ji Mihemed Hacî Ezîz, Ebdulelîm Bazo û Elî Selûh El Himêdo pêk tê."

Diçin Tirkiyeyê û tên

Îtirafkarekî din ê çeteyên DAIŞ’ê yê bi navê Ebdulkerîm Îbdahîm Bazo jî di îtirafên xwe de li ser mijarên wekî çawa xwe rêxistin dikin, çekan çawa bi dest dixin. Çawa ji sînor derbas dibin de îtirafên xwe vegot û ev tişt anî ziman: "Navê min Ebdulkerîm Îbrahîm Bazo ye. Hejmara nîkahê 5 û hejmara rêxistinî jî 19 ye. Bi fermana Mihemed Hacî Ezîz Bazo ez 3 caran ketim têkiliyê. Ev rêxistin ji serê salê ve hat damezrandin. Ez beriya 3 mehan beşdarî wan bûm. Ez 3 caran çûm Tirkiyeyê. Cara pêşî 5 çekên rûsî, cara duyemîn 6 çek, cara sêyemîn jî 3 çekên rûsî me anîn. Carna jî me dixwest em 4 kamyonên xwekujî, 2 çekên rûsî û 2 demançeyên 14 bînin. Wê çalakiya xwekujî li Malikiyê (Dêrikê) pêk bihatana. Hafiz Xidir Silêman, Ebdulezîz Yûsif Bazo, Telal Hafiz Bazo, Sedam Hemîd Bazo wê ev çalakî roja Cejnê saet 9'an bi fermana Mihemed Hacî pêk bianiyana. Bi riya Hesan Mistefa yê ji Til Temirê û li Hesekê îstixabarata Ebû Ebbas Xidir El Hisên. Ehmed Mihemed Samir ew jî ji Til Temirê û Ebbas yê ji herêma Cebel Ebdulezîz Muzefer Mihemed El Mehmûd ji taxa Taî ye û Fadî Elî Mihemed El Xelef ji Til Hemîs gundê Yesrib e wê êrîş pêk bihatana. Bi riya Mihemed Marûf li Tirkiyeyê sîleh dihatin peydakirin. Li cem garaja Basan a Cizîre ez li benda wan dimam, paşê ez dibirim otêlê. Bi riya Şibil El Himêdî Ehmed yê Bab Emro ya girêdayî Humsê ku li Riha û Edeneyê dimînin çek dihatin peydakirin. Ev kes li herêma Reqa endamên DAIŞ'ê ne. Li eyaleta Hesekê jî Ketîba Ehrar DAIŞ ya Mihemed Hecî Ezîz, Newaf Hemûş û Hesan Mistefa heye."

Li dijî PKK’ê têne perwerdekirin

Îtirafkar Bazo di qala perwedeyên ku dibînin jî dike û dibê jî ew li dijî PKK’ê hatine perwerdekirin, mijara perdehiyên wan li ser dijminatiya PKK’ê û kuştina mirovan bûye û wiha dibêje: "Ev kesên ku min navê wan got û bi fermana Mihemed Hacî Ezîz em yê Hesekê ji Partiya Karkerên Kurdistanê rizgar bikirana û mirov bikuştana. Dema dersên dînî dida, bi fermana Mihemed Hecî Ezîz me armanc dikir ku em herêma Hesekê ji Partiya Karkeran (Apoçi) rizgar bikin, em endam sor dikirin ku mirovan bikujin. Ravekirina vê yekê jî ew bû, ku ev der xaka me ye. Piraniya dersên me li ser vê yekê bûn. Her wiha der barê Pêxember de jî me ders werdigirt. Ferman dida me da ku em biçin Tirkiyeyê cem Mihemed Marûf. Me di navbera saet 2 û 5'ê ber bi sibehê be me çek ji sînor derbas dikir û radestî Mihemed Hacî Ezîz Bazo dikir."

Bi alîkariya îstîxbarata Tirkiyeyê derbas dibin

Îtirafkarê çeteyên DAIŞ’ê Bazo di îtirafên xwe de têkîliyên wan ê bi îstixbarata Tirkiyeyê re ji vedibêje û wiha diaxive: "Dema bi fermana Mihemed Hacî Ezîz Bazo diçûn Tirkiyeyê, me li devereke nayê zanîn pêwendî bi Mihemet Marûf re saz dikir. Dema em derbas dibûn, bi me re diaxivîn û digot, gelo hûn gihiştin cihê xwe? me jî digot erê. Ji me re digot, ez li Geraca Basên Pulman ya Cizîre li benda we me. Wî em bi otomobîlê dibirin mala xwe ya li Otêlê. Bi rêya Şiblî ku pêwendiya wî li Endenê bi îstîbaratê re hebû, çek ji bo Dewleta Îslamî ya Iraq ê Şamê ya herêma Reqayê peyda dibûn. Mihemed Hacî ji min re got, 30 endamên rêxistina El Qaîdê- Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê DAIŞ derbasî Malikiyê (Dêrikê) bûne. Li gorî planê, bi riya îstîxbaratê Tirkiyeyê wê endamên DAIŞ'ê li ser Til Ebyed derbasî Til Temirê bihatana kirin. Îstîbarata Hesana Mistefa li eyaleta Hesekê. Bûyerê nîkahê jî wiha pêk dihat. Destpêkê me bi qasî nîv heta saetekê pêxember û eshabên wî bi bîr xwe dixist. Paşê reqsê dest pê dikir. Mihemed Hacî Ezîd Bazo dihat û nîkah dibirî. Wî nîkaha Sedam û Telal birî."

(bd/sa)