1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çeteyên DAIŞ'ê yên li Dîlokê gefan li kurdan dixwin
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Dîlokê gefan li kurdan dixwin,çeteyên,daiş,ê,yên,li,dîlokê,gefan,li,kurdan,dixwin

Çeteyên DAIŞ'ê yên li Dîlokê gefan li kurdan dixwin

Çeteyên DAIŞ'ê yên li Dîlokê bi rihetî tevdigerin gefan li kurdan dixwin

A+ A-

NAZIM DAŞTAN

DÎLOK (DÎHA) - Ligel derbarê çeteyên DAIŞ'ê yên li Dîlokê bi ser avahiya DBP'ê ya Şahînbey de girtin û li ber qemereyan gef li welatiyan xwarin û li taxa Vatanê çek dan serê welatiyê bi navê Mustafa Gengeç serlêdana sûc hat kirin heya niha tiştek nehatiye kirin.

Rojên borî li taxa Vatan a navçeya Şahînbey a Dîlokê kesekî tê gotin çeteyên DAIŞ'ê bû hatibû kuştin. Têkildarî mijarê de tîmên taybet li taxa Beydîllî bi ser mal û kargehan de girtibû û di nav de zarok jî heyî 20 kes binçavkiribûn û jê 3 zarok 8 kes bi îdîaya "endamên rêxistinê" û "mirov kuştin" hatibûn girtin. Piştî bûyerê li taxên Vatan, Beydîllî û Guzelbahçe yên Dîlokê çeteyên DAIŞ'ê gef li kurdan xwarin. Hat îdîakirin ku kesekî tê gotin endamê çeteyê DAIŞ'ê û birayê kesê hatî kuştin bi ser avahiya DBP'ê ya Şahînbey de girt û gef li welatiyan xwar û li taxa Vatanê jî çek danî serê ciwanê bi navê Mustafa Gengenç û gef li wî xwarin.

‘Dîmenên gefan hene'

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Dîlokê Osman Akdogan diyar kir ku heman kes diçe avahiyên partiya wan û ji xebatkarên partiyê re gefên; “Kê birayê min kuştibe ez jî dê wî peyda bikim û bikujim. Kê ev yêk kiribe ez dê mala wî bombe bikim. Ez dê vir jî bombe bikim." xwarin. Akdogan anî ziman ku têkildarî bûyera di 4'ê tîrmehê de pêk hat serlêdana sûc kirin. Akdogan da zanîn ku ew weke partî naxwazin tu tiştek bi serê kesekî bê û ew alîgirên aştî û biratiyê ne. Akdogan bilêv kir ku dîmenên kesê gef xwarin ên ketin û derketin partiyê di destê wan de hene û ew serî li hemberî tu kesî jî natewînin. Akdogan destnîşan kir ku gef tenê bi vê yêkê sînor neman û çûye mala hin rêveberên partiyê û gef li wan jî xwarin e. Akdogan bang li kesên bihestiyar kir ku li hemberî kesên dixwazin li taxan provokasyonê pêk bînin baldar tevbigerin.

‘Ewlehiya can tuneye'

Welatiyê bi navê Mustafa Gengenç jî li taxa Vatanê li dikanê du kesan çek danî serê wî û gef li wî xwarin vegot. Gengeç diyar kir ku kesên gef li wî xwarin bi motosîkletê hatin û wiha got: "Yek bi rû bû. Piştî pere girtin dest bi gefan kir. Ji min re got, 'Tu derbarê hîzbullahê de gelek diaxivî hay li xwe hebe' Min jî bersiva wî da. Min jî wî re got tiştekî wisa tuneye. Dema ez rabûm ser piyan çek dirêjî min kir. Çeka xwe danî serê min. Yê din jî hat çek derxist. Dê gule berdaba lê yê çek danî serê min ew asteng kir. Pişt re gef xwarin û ji dikanê derketin."

Gengenç anî ziman ku di demên dawî de li taxan rageşiyek heye û dixwazin gel derxin kolanan. Gengenç da zanîn ku tu têkîliya wî bi hîzbullahê re tuneye û yên gef li wî xwarin DAIŞ'î ne. Gengenç bilêv kir ku dixwazin navê hîzbullahê bikarbînin û rageşiyê derbixin û li taxan tu ewlehiya can tuneye.

Hate hînbûn ku derbarê kesê bi ser avahiya DBP'ê de girtî de serlêdana sûc hate kirin lê heya niha tu tiştek nehatiye kirin û nasnmaeya wî ligel dîmen heyî nehatiye tesbîtkirin.

(bd)