1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çeteyên hindirê Hesekê de ketin çembera YPG’ê! LEZGÎN!
Çeteyên hindirê Hesekê de ketin çembera YPG’ê! LEZGÎN!,çeteyên,hindirê,hesekê,de,ketin,çembera,ypg,ê,lezgîn

Çeteyên hindirê Hesekê de ketin çembera YPG’ê! LEZGÎN!

A+ A-

16.07.2015 11:47 Nûçe HESEKÊ – Şervanên YPG’ê hemû rêyên ku tên li ser bajarê Hesekê xiste bin kontrola xwe û çeteyên DIAŞ’ê yên ku di hindirê bajar de ne ketine çembera şervanên YPG’ê. Her wiha zindana zaroka ya Hesekê jî kete bin kontrola şervanên YPG/YPJ’ê.

Çeteyên DAIŞ’ê di 24’ê hezîranê de êrîşê Hesekê kkirin. Avahiyên dewletê û taxên ku dibin kontrola rejîm de ne karî biparêze ketin destê çeteyan. Cihên ku rejîmê ne karî biparêze û li ber xwe bide şervanên YPG’ê opersayonek da destpêkirin, cihên ketî destê çeteyan yek bi yek tê rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ANHA’yê ji herêmê ragihandî , Çeteyên DAIŞ’ê yên ku dixwestin bajarê Hesekê dagir bikin, şervanên YPG’ê beriya hefteyekê li beramberî van êrîşan operasyonek da destpêkirin. Di encama vê operasyonê de ji çiyayê Evdileziz heya çemê Xabur herêmek berfireh ji çeteyan paqijkir û kete bin kontrola hêzên YPG’ê YPJ’ê. Di çarçoveya operasyona ku hatiye destpêkirin de şer û pevçûnên giran hatin jiyan kirin. Di encama van şeran de zindana zarokan danê sibehê ji aliyê YPG’ê ve hate rizgarkirin û kete bin kontola şervanên YPG’ê.

Taxên Neşwa, Xiwêran yên ku dikevin başûrê bajarê Hesekê û cihê ku stratejîk yê çarxêriya Panaroma bi giştî çeteyên ku li wir ketin çembera şervanên YPG’ê.

Şervanên YPG’ê operasyona ku şevê din dabû destpêkirin her dawî rêya Dêr Ez-Zor kete bin kontrola YPG’ê. Bi vî awayî çeteyên ku hindirê bajarê Hesekê ketin çembera şervanên YPG’ê.

Şevê din şervanên YPG’ê navenda ceyran ya ku dikeve başurê bajar ji çeteyan hate paqijkirin û kete bin kontrola şervanên YPG’ê.

(ekip/ra)

ANHA