Çeteyên li Kerkûkê êriş kirin rastî berxwedana gêrîla û pêşmergeyan hatin
KERKÛK / ROJNEWS
Li gundê Mire yê dikeve başûrê Kerkûkê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên kurdî de şer û pevçûnên dijwar rûdidin.
Li gor agahdariyên nûçegihanê RojNewsê, çeteyên DAIŞ’ê saet ji gundê Humêreya Biçûk, Hûmereya Mezin, Morey Biçûk û Meryem Beg ên dikevin başûrê Kerkûkê dest bi êrişê kirin. Gêrîla û pêşmergeyên li herêmê bersiva êrişên çeteyan dan û li ser vê yekê şer û pevçûnan destpê kir
Hê jî li gundê More yê li nêzî Mekteb Xalid şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe didomin.
Li gor agahdariyan piştî êrişa çeteyan, balafirên şer ên hevpeymanan jî navendên çeteyan bombebaran kirine. Li gor agahdariyan balafirên hevpeymanan çeteyên ketine gundê More bombebaran dikin û bi dehan çete hatine kuştin.
Hê jî di derbarê encamên şer de ti agahdariyek nehatiye wergirtin. (mo)