1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çeteyên olî yên tundraw di Mijdarê de zêdeyî 5 hezar kesî kuştin
Çeteyên olî yên tundraw di Mijdarê de zêdeyî 5 hezar kesî kuştin,çeteyên,olî,yên,tundraw,di,mijdarê,de,zêdeyî,5,hezar,kesî,kuştin

Çeteyên olî yên tundraw di Mijdarê de zêdeyî 5 hezar kesî kuştin

A+ A-

LONDON 14.12.2014 07:37:55 Li gorî lêkolînek li Îngilîstanê hat kirin, di êrîşên çeteyên îslamî yên tundraw ên li 14 welatan de, di meha Mijdarê de zêdeyî 5 hezar kes hatine kuştin. Ji van herî kêm 2 hezar sivîl in. Serkêşiya van êrîşan jî DAIŞ, Boko Haram û Talîban dikin.

Li gorî xebata hevpar a King's College û televîzyona BBC hat kirin, rêxistinên xwe weke 'mucahît' bi nav dikin, di meha Mijdarê de 5 hezar 42 kes qetil kirin. Li gorî xebata li 14 welatan hat kirin, di serî de DAIŞ û Boko Haram, rêxistinên îslamî yên tundraw 664 caran êrîş kirine.

ROJÊ 168 KES HATIN KUŞTIN

Hat ragihandin, ku di meha Mijdarê de rojê 168 kesî di êrîş û çalakiyên xwekujî yên bombeyî de jiyana xwe ji dest dan û armanca destpêkê ya êrîşan jî Iraq e. Li dû Iraqa 1.770 kesan jiyana xwe ji dest dan Sûriye ya DAIŞ lê aktîf e, Nîjerya ya rêxistina Boko Haram lê di nava tevgerê de ye û Afganîstan tên. Di êrîşên komên îslamî yên tundraw ên meha Mijdarê de li Nîjeryayê 786, li Afganîstanê 782 û li Sûriyeyê jî 693 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Yemen û Somalî jî bûn yek ji cihên van êrîşên giran. Li her yek ji van her du welatan di meha Mijdarê de 37 caran êrîş hatin kirin, li Yemenê 410, li Somalî jî 216 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî lêkolînê, hin jê di pevçûnên bi hev ketinê de, bi giştî 935 endamên çeteyên terorê hatine kuştin.

Ji rêveberê lêkolîna bi navê 'Cîhadperestiya nû' Peter R. Neumann da xuyakirn ku wan 16 komên tundraw lêkolîn kriine, li 14 welatan jî nêzî 50 komên îslamî yên tundraw hene.

ÊRÎŞÊN XWEKUJÎ YÊN DAIŞ'Ê BÛN SEDEMA MIRINA 650 KESÎ

Li gorî lêkolîna hevpar a King's College û BBC, DAIŞ a bi komkujiyên xwe yên li Iraq, Sûriye û Kurdistanê derdikeve pêş, weke rêxistina herî dest bi xwîna meha Mijdarê derbasî qeydan bû. Bi tenê di êrîşên xwekujî yên DAIŞ'ê de 650 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di 308 êrîşên din ên DAIŞ'ê de 3 hezar 206 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di 35 êrîşên baskê El Qaîdeyê yê li Sûriyeyê El Nûsra de 257 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di 30 êrîş û bombekirinên çeteyên Boko Haram de, ku bi giranî li Nîjeryayê di nava tevgerê de ye, 801 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Afganîstanê Talîban, li Yemenê el Qaîdeya Nîvgirava Eerb (Aqap) û li Somalî û Kenya jî rêxistina El Şebab weke berpirsyarên bi sedan mirinan tên dîtin.

Di êrîşên li 14 welatan de 2 hezar 79 sivîlan, hezar 952 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan, yên din jî endamên rêxistinên êrîşkar ên hatine kuştin e.