1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çeteyên xwestin bikevin Çiyayê Şengalê ketin kemînê
Çeteyên xwestin bikevin Çiyayê Şengalê ketin kemînê,çeteyên,xwestin,bikevin,çiyayê,şengalê,ketin,kemînê

Çeteyên xwestin bikevin Çiyayê Şengalê ketin kemînê

A+ A-

BEHDÎNAN - Çeteyên DAIŞ ên bi armanca di xeta Skeniyê û Şilo yên girêdayî Şengalê de xwestin bikevin Çiyayê Şengalê êrîşekî berfireh dan destpêkirin. Li ser vê hewldana çeteyan tevahiya rojê şer û pevçûnan dewam kir. Gerîlayên HPG’ê li hemberî çeteyan çalakiyek kemîndanînê pêk anîn û derbeyên giran li çeteyan xistin. Di encama çalakiya gerîlayan de 10 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir çeteyên DAIŞ di 24’ê Cotmehê saetên sibehê bi armanca di xeta Şilo û Skeniyê yên girêdayî Şengalê de bikevin Çiyayê Şengalê êrîşek berfireh dane destpêkirin.

NÇR-HPG’ê got: “Di encama vê hewldana çeteyan de tevahiya rojê şer û pevçûnan dewam kir. Di dema şer û pevçûnan de gerîlayên me li hemberî çeteyan çalakiyek kemîndanînê pêk anîne û derbeyên giran li çeteyan xistine. Di encama vê çalakiyê de 10 çete hatine kuştin û gelek çete jî birîndar bûne” û hat diyarkirin ku heman rojê li herêma Solak ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek sûîqestê pêk hatiye û li vir jî çeteyek hatiye kuştin.

NÇR-HPG’ê got: “Heman rojê saet 16.30’an li gundê Bare li hemberî kamyoneke çeteyan çalakiya sabotajê pêk hatiye. Di encama vê çalakiyê de gelek çete hatine kuştin û birîndarkirin.”