1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ÇGD: Em fedî dikin
ÇGD: Em fedî dikin,çgd,em,fedî,dikin

ÇGD: Em fedî dikin

A+ A-

Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), bertek nîşanî rojnameger û saziyên çapemeniyê yên li dijî girtina rojnamegeran bêdeng dimin û nûçeyên di weşînin da û wiha got: "Kesên sernûçeyên 'teror-press' di avêjin rojnameger, yên tên girtin jî 'terorîst' dibînin. Em ji ber vê yekê şerm dikin."

Lijneya Rêveberiya ÇGD'ê têkildarî girtina rojnamegeran daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin bi operasyona polîsên "bi têkoşîna terorê", sewqkirina dozgeriyê bi payeya taybet û biryara dadgerê bi payeya taybet 36 rojnameger bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin û wiha hate gotin: "Li welatên demokratîk dema hewokekî wisa bê nivîsandin mirov li bende sûcdariyên bombekirin, kuştin û sabotaj dibe. Lê na, 36 kes ji ber rojnamegerên muxalîf in û ji ber pişeya xwe bi rêk û pêk kirin hatin girtin. Tenê polîs muameleya terorîst li rojnamegeran nake. Dozgerên pirsên 'Çima te ev nûçe çêkir? Te çima bi vî kesî re hevpeyvîn kir?' pirsîn dozger û dadgerê li ser navê 'gel' biryarê didin jî hemen muameleyê dike û ji ber vê yekê em fedî dikin."

Rojnamegerên li dijî girtina rojnamegeran bêdeng hatin rexnekirin

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin "Em di welatê ku pirsên têkildarî girtina rojnamegeran ji rayedarên hikûmetê dikin dibêjin 'ew rojnameger nîn in terorîstin' dijîn fedî dikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji kesên hêj tu tişt li holê tune nûçeyên wekî "terorîst" û "teror press" çêdikin wekî rojnameger tên dîtin lê kesên tên girtin jî wekî "terorîst" tên dîtin. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku ji ber vê yekê ew ji xwe şerm dikin. Di daxuyaniyê de bêdengiya çapemeniyê ya li dijî girtina rojnamegeriyan jî hate rexnekirin. DÎHA (ft/mae)


Bêjeyên Miftehî