1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ÇGD: Serokwezîr êrîşî muxalîfan dike
ÇGD: Serokwezîr êrîşî muxalîfan dike,çgd,serokwezîr,êrîşî,muxalîfan,dike

ÇGD: Serokwezîr êrîşî muxalîfan dike

Serokê Giştî yê ÇGDê Ahmet Abakay, diyar kir ku Serokwezîr Erdogan êrîşî hemû rojnamegerên muxalîf dike

A+ A-

Serokê Giştî yê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Ahmet Abakay, diyar kir ku Serokwezîr Erdogan êrîşî hemû rojnamegerên li gorî wî muxalîf dike û wiha got: "Ev rêya şaş e. Ev li dijî demokrasiyê ye. Reqîbê serokwezîr partiyên siyasî ne. Ne nivîkar û rojnameger in."

Serokê Giştî yê ÇGD'ê Ahmet Abakay, têkildarî gotinên Serokwezîr Erdogan ên der heqê Nivîskar û Rojnameger Bekîr Coşkun de gotibû "Ji pênusê wî pîs dilop dikevin banga paşa dozê vekirin kir" daxuyaniya nivîskî da. Abakay, anî ziman ku Serokwezîr Erdogan kesên muxalîf hedef nîşan dide. Abakay, da zanîn ku helwesat Erdogan a li hemberî nivîskar û rojnamegeran ne rewşeke nû ye û wiha axivî: "Lê serokwezîr di daxuyaniya li dijî Bekîr Coşkun kêmasiyeke gelek mezin e. Kesên dixwazin êrîşê bike rê nîşan da. Ev rê şaş e. Ev li dijî demokrasiyê ye. Reqîbê serokwezîr partiyên siyasî ne, ne rojnameger û nivîskar in."

(bd/mae)