1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ÇHD: Girtîgeh veguherîn navendên îşkenceyê
ÇHD: Girtîgeh veguherîn navendên îşkenceyê,çhd,girtîgeh,veguherîn,navendên,îşkenceyê

ÇHD: Girtîgeh veguherîn navendên îşkenceyê

A+ A-

STENBL (DÎHA) -Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Şûbeya ÇHD'ê ya Stenbolê, piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê pêkanîn OHAL'ê yên ku li girtîgehan xwe dan der wek rapor amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku piştî OHAL'ê hema bêje hemû mafên girtiyan hatine binpêkirin û hat destnîşankirin ku "li hemû girtîgehan îşkence heye."

Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) ên ku li girtîgehên Herêma Marmarayê xwe dan der ji aliyê Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Şûbeya Komeleya Huqûqnasên Hemdem (ÇHD)'ê ve hatin raporkirin. Hurguliyên rapora ku hat amadekirin, li avahiya komeleyê bi civîneke çapemeniyê ji hêla parêzerên endamên komîsyonê Gunay Dag, Guçlu Sevîm û Bulent Şîmşek ve hat daxuyandin.

Di civînê de ewil Parêzer Gunay Dag axivî. Dag diyar kir ku di encama serdanên girtîgehên Herêma Marmarayê raporek amade kirine û da zanîn ku wan di dema pêvajoya OHAL'ê de wan êrîş û îideta li girtîgehan şopandiye û got, herî zêde binpêkirina mafan di warê parastinê de xwe dide der. Dag dest nîşan kir ku di dema hevdîtina girtî û parêzeran de hevdîtin tê qeydkirin an jî di dema hevdîtinê de peywirdarek li wir amadeye û got, îdiayên muameleyên kirêt û îşkenceyî li hemû girtîgehan her diçe zêde dibin. Dag ê ku got, "Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê" diyar kir ku hema bêje girtîgeh veguherîne qampên civandinê.

'Wezareta Dadê operasyonên bîrbiriyê pêk tîne'

Dag li ser rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya derbareyê kesên ku piştî hewldana derbeyê de hatibûn binçavkirin û rastî îşkenceyê hatibûn jî rawestiya û diyar kir ku ev rapor ji hêla Wezareta Dadê ve hatiye derewandin û wiha got, "Li gor çavdêrî û lêkolînên me, ev kes li girtîgehan bi awayekî dijwar rastî îşkenceyê hatine. Gotinên Wezareta Dadê ne rast in. Wezareta ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi operasyonên bîrbiriyê tawanbar dike, di asasê xwe de wezaret bi xwe operasyona bîrbiriyê dike. "

'Îşkence zêde bû'

Piştî Dag, Parêzer Guçlu Sevîmlî jî hurguliyên raporê ragihand û diyar kir ku bi destpêkirina pêkanînên OHAL'Ê re, bi awayekî zêde binpêkirinên mafan û îşkence xwe dane der û wan ev îşkence raçavkirine û got, ji dema ku OHAL destpêkir bi tyabetî hemû mafên girtiyên siyasî hatina binpêkirin û astengkirin. Sevîmlî dest nîşan kir ku qedexeyên ku hatibû gotin dê bes girtiyên FETO'yî pêk bên, bo hemû girtiyan xwe didin der û diyar kir ku îktîdara siyasî hewldana derbeyê biakrtîne û pêkanînên ku dixwazin li girtîgehan pêk bûnin, dixin meriyetê.

Dawiyê Sevîmlî binpêkirinê mafan ên li girtîgehan wiah ragihand:

* Li Girtîgeha Bakirkoyê girtiyên ku qedexeya hevdîtinê protesto kirin, ew şandin Girtîgeha Silîvreyê.

* 32 girtiyên DHKPC'Yî yên ku ji Girtîgeha Bakirkoyê sirgûnî Girtîgeha Sîlîvreyê kirin, rastî îşkence û tacîzê hatin.

* Li Girtîgeha Tekîrdagê ya 1'mîn û 2'yemîn, gardiyan dikevin qawîşan û girtiyean derb dikin.

* Di 2'yê Tebaxê de, gellek girtî ji Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê sirgunî Girtîgeha Tekîrdagê kirin.

* Ji ber Mudur Haydar Alî Ak yê ku wî şandin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, îşkenceya li Girtîgeh zêde bû.

* Pirsgirêka herî sereke jî rewşa girtiyên nexweş e. Di vî warî de girtiyê bi navê Mahmût Boz yê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin, tedawiya wî nayê kirin.

* Mafê girtiyan ê hevdîtin, sohbet, ragihandinê tê binpêkirin.

* Lêgerîna tazî tê ferzkirin û girtiyên li dijî vê pêkanînê dertê jî rastî îşkenceyê tên.

* Rojnameyên wek Ozgur Gundem, Evrensel, Bîrgun û Cumhûriyet bo girtiyan nayê dayîn.

Di civînê de herî dawî Parêzer Bulent Şîmşek axivî û diyar kir ku îktîdara siyasî OHAL bo xwe wek firsendekê dît, binpêkirinên mafan ên ku berê li girtîgehan pêk dianî, niha bi biryarnameyên di hukmê zagonan de( KHK) ev binpêkirinan dixe meriyetê.

Parêzerên ÇHD'ê diyar kirin ku pisporên Tiba Edlî jî bi îdiaya FETO/PDY'ê tên girtin û ragihand ku heke ji van kesan ên ku bo girtiyên nexweş rapor dabin hebin, dê bo van girtiyandubare serî li Saziya Tiba Edlî bê dayîn.

(red)