1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çima daristan tên şewitandin?
Çima daristan tên şewitandin?,çima,daristan,tên,şewitandin

Çima daristan tên şewitandin?

A+ A-

ÎZMÎR (DÎHA) - Gelek caran hat rojevê ku li rojavayê Tirkiyeyê daristan ji bo rantê tên şewitandin û li Kurdistanê jî ji aliyê leşker, polîs, cerdevanan tê şewitandin. Herberdevkê rêxistina Partiya Pêşeroja Çep û Keskan (PPÇK) ya Îzmîrê Osman Dogan anî ziman ku ji bo rant û şer xweza tê qetilkirin.

Di demsala havînê de şewatên daristanan jî zêde bûn, bi hezaran hektar daristan tên şewitandin. Li rojavayê Tirkiyeyê daristan berê tên şewitandin û piştre pêşkeşî rantxwuran dikin. Lê li Kurdistanê rewş cuda ye, di şerê 30 salî de ji aliyê leşker, polîs û cerdevanan bi hezaran hektar daristan hatin şewitandin.

'Ji bo qadên jiyanê ji tûrîzmê re vekin daristan tên şewitandin'

Herberdevkê rêxistina Partiya Pêşeroja Çep û Keskan (PPÇK) ya Îzmîrê Osman Dogan anî ziman ku li herêmên turîstîk bi zanebûn daristan tên şewitandin û ji bo rantê şewat pêk tên û wiha got: "Me hemûyan şewata li Antalyayê temaşe kir. Şewata ku li daristanê destpêkiriye, heta otelên luks dewam dike. Divê mirov bipirse, çima li daristanan otel tên çêkirin. Li hember qadên jiyanê xwediyên sermayeyê, ji bo berjewendiyên xwe bêperva êrîş dikin. Ji bo li daristanan hem erazî vekin û hem jî qadên jiyanê ji turîzmê re vekin daristan tên şewitandin. Piştre li van deran bîna tên çêkirin û zevî tên çandin." Dogan diyar kir ku mudaxaleya li hember şewata daristanan têrê nake, tefandin dirêj dewam dike û gelek daristan dişewitin. Dogan da zanîn ku ji ber bê baldariya welatiyan jî daristan dişewitin û şewateke ku bi cixareyê destpê dike, li her derê belav dibe.

'Şewatên li Kurdistanê bi destê dewletê hatine derxistin'

Dogan balkişand ser şewatên li Kurdistanê pêk tên û wiha got: "Di dîroka 50 salên dawî de û bi taybet jî di 30 salên dawî yên Kurdistanê de bi destê dewletê û bi zanebûn daristan hatin şewitandin. Dewletê bi zanebûn ji bo qadên jiyanê yên gerîla û gundiyan ji holê rake, hin tişt pêk anî. Li wir her tim daristan tên şewitandin. Welatiyên li rojavayê Tirkiyeyê her dizanin, ev şewat bi xwezayî derdikevin. Lê derketiye holê şewatên li Kurdistanê bi destê dewletê hatine derxistin. Ev di belgeyên wan de aşkera ne."

(ça)


Bêjeyên Miftehî