![Çima girtîgehên herêmê vala dikin?,çima,girtîgehên,herêmê,vala,dikin](https://wene.amidakurd.net/mod_haber/1946jYVX.jpg)
Çima girtîgehên herêmê vala dikin?
'Çima girtîgehên herêmê vala dikin, tirsa wan çiye?'
![Reklam](https://templates.amidakurd.net/templates/kurd/static/ads/EziditiDiveMirovRastiyaWeLiKuBigere300x250.jpg)
BEKÎR GUNEŞ Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, bal kişand ser sirgûnên dawî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di demê dawî de li ser navê înkar û îmhayê polîtîkayên dîlgirtin, tecrîd û perçekirinê dimeşîne. Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan jî anî ziman ku li herêmê hemû girtîgeh tên valakirin û wiha got: "Çima vala dikin? Tirsa wan çiye? Gelo girtiyan dibin rojava û wan rehîn digirin? çi dibe. "
Di demên dawî de girtîgehên herêmê tên valakirin. Her roj her roj girtiyên siyasî û edlî ji girtîgehên herêmê sirgûnî girtîgehên Derya Reş, Rojava û Derya Sipî tên kirin. Seroka Giştî ya Federasyona Komeleyên Malbatên Girtî (TUHAD-FED) Zubeyde Teker û Serokê Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî (TUAD) Mahmut Taşdan, der barê geşedan û sirgûnkirinên dawî de nerînên xwe anîn ziman. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, anî ziman ku polîtîkayên li ser girtiyên siyasî yên tecrîd û îzalasyonê salek berê bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest pê kiriye û wiha got: "Muzakereyên salek berê bi Ocalan re hatin meşandin, li ser esas û polîtîkayên dîlgirtin û teslîmiyetê bûn. Lê ji ber ku van polîtîkayan encam negirt, niha dest bi tecrîdê dikin. Dîsa di sala dawi de li dijî gelê kurd bi her alî polîtîkayên komkujiya siyasî dest pê kiriye. Em dibînin ku siyasetmedarên kurd li girtîgehan dîl hatine girtin û rastî muameleya êsîran tên. Rewşa gitîgehan piştî sala 2000'an û îxtîdara hikûmeta AKP'ê hate guhertin. Di serdema hikûmeta AKP'ê de li girtîgehan polîtîkayên pir hûr û kûr tên meşandin. Tecrîda pir giran tê meşandin."
'Berxwedana kurdan a li girtîgehan dewletê aciz dike'
Teker, destnîşan kir ku dewletê di demên dawî de 12 hezar siyasetmedarên kurd dîl girtine û avêtine girtîgehan û wiha berdewam kir: "Di sala dawî de tecrîdek giran û taybet tê meşandin. Dewlet dixwaze qada kurdan a siyasî perçe bike û belav bike. Di demên dawî de li girtîgehan pêkanînên tacîz, tecawiz, îşkence her ku diçe zêde dibe. Dewlet bi vê yekê dixwaze li girtîgehan tevlihevî û pevçûnê zêde bike. Dixwaze li girtîgehan komkujiyan pêk bîne.
'Hikûmet li hemberî kurdên girtî têk çû'
Teker, destnîşan kir ku hikûmet û dewlet li hemberî kurdên girtî polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne, lê di van polîtîkayan de kurdan bi berxwedana xwe ev polîtîka pûç kirine û wiha berdewam kir. ""Edî hate dîtin ku kurd li zindanan jî nayên teslîmgirtin. Têk naçin. Niha bi milyonan kurt têkoşîna nasnameyê dirin. Siyasetmedar tên girtin. Bila kes ne li benda pûçkirinê bin. Girtî li dijî tecrîda li ser Brêz Ocalan tê meşandin her tim li ser piyan in. Li derve jî wisa ye. "
Teker, bilêv kir ku piştî li Girtîgeha Rihayê îsyan derket û 13 girtî hatin qetilkirin li girtîgehên din jî heman pirsgirêk derketin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Êdî ligirtîgehan şertê jiyana mirovan nemaye. Di dema dawî de li ser gelê kurd hişmendiya komkujiyê zêde dibe. Li dijî tecrîda li ser Brêz Abdullah Ocalan têkoşînek heye û ev yek nayê tehamulkirin. Piştî serhildana Rihayê li 10 girtîgehên din îsyan derket. Êdî dê cenazeyên kurdan derkeve, lê teslîmiyet dernakeve. Li Riha, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Osmaniye, Amed, Karataş, Kurkçuler û Mûşê girtî hatin sirgûnkirin. Armanca van sirgûnkirinan perçekirin, asîmîlasyon û girankirina tecrîdê ye. Sedem ne pirsirêka cih e. Armanc perçekirin û jihev dûrxistin e. Bila dewlet û her kes baş zanibe ku pirsgirêk bi azadiya Rêberê PKK'ê Brêz Ocalan pêkan e.
Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan jî anî ziman ku li herêmê hemû girtîgeh tên valakirin û wiha got: "Çima vala dikin? Tirsa wan çiye? Gelo girtiyan dibin rojava û wan rehîn digirin? çi dibe." Taşdan, destnişan kir ku tundiya li girtîgehan her ku diçe zêde dibe û wiha got: "Salek e li ser Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan tecrîda giran tê meşandin. Em tecrîda li ser Brêz Ocalan û pêkanînên li ser girtiyan qebûl nakin. Li girtîgehên ku lazim e 300 kes bimînin hezar kes dimînin. Di hucreyên 2 kesan de 10 kes dimînin. Li girtîgehan 240 girtiyên nexweşiya wan giran hene. Zêdeyî 500 nexweş divê bên dermankirin. Lêgelek girtiyên nexweş nayên dermankirin."
Taşdan, destnîşan kir ku di mehek dawî de zêdeyî 500 malbatan serî li wan dan û diyar kirin ku der barê tenduristiya zarokên xwe de bi fikar in. Taştan, da zanîn ku dema girtî li Amedê bûm malbaz bi zorê diçûn û dihatin û niha malbatên rewşa wan xerab dê çawa biçin Îzmîrê û girtîgehên rojava. Ji xwe dema 5 deqîqeyan dereng diçin girtîgehê jî malbatan hilnadin hundir. Çima hemû girtîgehên herêmê vala dikin? Tirsa wan çiye. Dewlet dixwaze wan rehîn bigire? Em wekî komeleya malbatên girtiyan em dê li ser vê rewşê rawestin."
(mae)