Çima gora Şêx Seît vedişêrin?
Li Baregeha JÎTEM'ê piştî hestiyê 26 mirovan hatin dîtin, malbatên ku zarokên wan û xizmên wan ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin revandin û windakirin ketin nava hewldanan.
AMED (DÎHA) - Li Baregeha JÎTEM'ê piştî hestiyê 26 mirovan hatin dîtin, malbatên ku zarokên wan û xizmên wan ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin revandin û windakirin ketin nava hewldanan. Li aliyekî malbatên ku xizmên wan ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin revandin serî li ÎHD'ê û dozgeriyê didin, li aliyê din jî neviyê Sêx Seît Felat Ozsoy ji bo kalikê xwe Sêx Seit ku di sala 1925'an de li gel 47 hevalên xwe hatin dervekirin û cenazeyên wan hatin windakirin, serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê dan. Ozsoy, xwest ji bo dîtina kalikê wî testa DNA'yê bê kirin. Ozsoy, anî ziman ku di sedsala dawî de kurd ji her alî de tên mexdûrkirin û azadiya wan ji destê wan tê girtin û li aliyê din gorê wan jî ji bo wan zêde tê dîtin.
Bi salan e nûner û pêşengên kurd, mezin û begên kurdan, siyasetmedar û rûsipiyên kurdan tên windakirin û kuştin. Bi hezaran kurdên tên kuştin û revandin gorên wan tên windakirin û nestiyên wan nayên dîtin. Di salên 1990'an de 17 hezar û 500 mirov ji aliyê JÎTEM, Hîzbûllah û polîsên sivîl ve hatin revandin û windakirin. Beriya 1990'î jî di serhildanên kurdan de gelek pêşengên kurdan hatin qetilkirin. Piştî li Barageha JÎTEM'ê ya Amedê di kolandina restorasyonê de hestiyên 26 mirovan hatin dîtin, malbatan serî li ÎHD'ê û dozgeriyê dan. Dîtina hestiyên mirovan ji bo gelek malbatên winda bû hevî û ji bo hestiyê zarok û xizmên wan ên winda bên dîtin xwestin testa DNA'yê bê kirin. Yek ji van malbatên ku serî li dozgeriyê dan neviyê Pêşengê serhildana kurdan Şêx Seît e.
Neviyê Şêx Seît Diyadin Firat jî anî ziman ku wî di 2009'an de serî li Wezîrê Karên Hundir û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daye û xwestiye cihê ku kalikê wî lê hatiye definkirin bê dîtin. Firat, da zanîn ku beriya kalikê wî bê darvekirin, xwestibû ku alav û amûrê xwe yê taybet teslîmî malbatê bê kirin û xwest ev alavên wî jî teslîmî malbatê bên kirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi nivîskî diyar kir ku der barê definkirina Şêx Seit de tu agahî li cem wan tune. Wezareta Karên Hundir jî îdîa kir ku qeydên der barê wê rojê de li cem wan tune. Firat anî ziman ku bi rêya parêzerê xwe Sitki Zîlan di 26'ê çile de ji bo ku hestiyê kalikê wî û hevalên wî bên ditin û ronîkirin serî li ÎHD'ê dozgeriyê da û xwest dest wan a DNA'ye bêkirin.
Neviyê Felat Ozsoy, jî anî ziman ku kalikê wî 97 sal berê li gel 47 hevalên xwe hatin darvekirin û pişt re hatin windakirin. Ozsoy, bilêv kir ku hestiyên ku niha ji navenda JÎTEM'ê tên derxistin tê îdiakirin ku en serdemên berê ne û ji bo hestiyên kalikê wî û hevalên wî bên dîtin ketine nava hewldanan. Ozsoy, destnîşan kir ku hem kalikê wî û hem jî malata wan bi vî rengî ceza dikin û xwest bi lezgîn gora kalikê wî û hevalên wî bên dîtin.
Ozsoy, destnîşan kir ku belge û îdîayên ku gora kalikê wî Şêx Seit li şûna Sinemaya Yenîşehîrê û Mala Artêşê ya Astsubayan ku li Qada Deriyê Çiyê ye hene û wiha berdewam kir: "Kalikê min û hevalên xwe bi şevê li pêş çavê civakê bi darvekirin. Karmen û şahidê wê demê diyar dikin ku cenaze li Deriyê Çiyê defin kirine. Li gel kalikê min Şêx Şemsettinê Farqînî jî hate darvekirin. Lê piştî 3 sal şûnde cenazeyê Şêx Şemsettîn dan malbatê. Xwişka Şêx Şemsettin Fatma xanim pereyeki mezin da dewletê û canazeyê xwe girt. Her kes dizane ku 47 kes li gel hev hatine definkirin.
Ozsoy, da zanîn ku Parlementerê AKP'ê yê Amedê Galip Ensarîoglu di salên 90'an de li gel nerazibûnê malbatê bi israr ew zeviyên ku tê gotin gorên Şêx Seit û hevalê wi lê hene kirî û li wir Nexweşxaneya Alman ava kirin. Ji bo ser bûyrê û delîlan winda bikin ev zevî firotin û li ser wê înşaet çêkirin.
Ozsoy, bilêv kir ku kengî Serokwezîr Erdogan gora kalikê wî ronî kir û bûyerên kiryar nediyar aşkere kirin wê demê dê lêborîna wî bê qebûl kirin. Kurê Şêx Seît Alî Riza ji bo paşnavê wan wekî "Şeysaîtogullari" be guhertin serlêdan kirin, lê ev daxwaza malbate nehat qebûlkirin. Dîsa di sala 1993'an de xwestin Vakfa Şêx Sait vekin, Lê Dadgeha Asliye Hukukê ya Beyoglu, destur neda ku vakif bê avakirin.
47 kesen ku di 29'ê Hezîrana 1925'an e hatin darvekirin:
Şêx Saîd Efendî, Şêx Abdullahê Malekan, Kamîl Begê Toxliyan, Birayê wî Baba Bew, Şêx Şerîfê Kelaxsî, Feqî Hesen Fehmî, Sadiq Begê Valiyer, Şêx Îbrahîmê Çanê, Şêx Eliyê Çanê, Şêx Celaleddînê Çanê, Şeyh Hesen, Îzzet Begê Xêrîb, Mehmet Begê Xêrîb (Kurê îzzet Beg), Mustafa Begê Hênê, Salih Begê Hênê, Şêx Abdullahê Çanê, Şêx Omerê Çanê, Şêx Ademê Hênê, Kadîr Begê Madenê, Molla Mahmudê Pîranê, Şêx Şemseddînî Bokarkî, Şêx Îsmaîlê Termîlî, Molla Emînê Bilikan, Evd-î Erebun (Arap Abdî), Mehmed Begê Kurê Xelil Begê Qargapazarê, Suleyman Kurê Hesen (ji Şinêk-gundê Darahênê-), Melle Cemilê Musyan, Suleyman Axayê Az, Saleyman Kurê Şerîf Beg, Tehir Katibê Feqî Hesen Fehmî, Mahmud Beg (Kurê Mustafa Begê Hênê), Şêx Musa, Şêx Eli (Kurê Şêx Musa), Heci Xalitê Bilikî, Tîmur Axayê Diyadîn, Kurê Kamil Begê Abdullatif Beg, Mehmet Begê Muşê, Suleyman Begê Muşê, Bahri Begê Muşê, Şêx Cemilê Zoraxan, Yusuf Begê Musyan, Ali Badanê Musyan, Xalit Begê Qargapazar, Xalit Begê Kurê Nadir Beg, Tahir Kurê Mehmet, Tayyip Ali Beg, Çerkez cendirme Hemid Kurê Yusuf.
(mae)