"Çima leşkerên kurd têne kuştin!"
Malbat: Çima leşkerên kurd têne kuştin!
FERHAT ÇELÎK Li Çorluyê di nava 50 rojan de 2 leşkerên kurd bi îdîaya xwe kuştine cenazeyên wan teslîmî malbatên wan kirin. Mirina her du leşkeran jî bi gûman e. Malbata Nîhat Bakirê ku ji bo teskereya wî 27 roj mabûn ji malbatê de gotin xwe kuştiye, lê ji serê xwe hat lêdan û jiyana xwe jideest da bawer nake ku kurê wî întîxar kiriye. Bavê Bakir Firat Bakir diyar kir ku fermandarê wî ji wan re gotiye ku çawîşê pispor ê bi navê Ozan beriya Bakir jiyana xwe jidest daye gef lê xwarine. Raporên lêkolîna cihê bûyerê û yên edlî tibê gûmana hatiye kuştin zêdetir dike.
Di nava 50 rojên dawiyê de 2 leşkerên kurd ku li 105'emîn alaya leşkerî de ji serê xwe lêdayî hatin dîtin. Gokhan Akturkê ku ji Erdexenayê û di şeva 9'ê Hezîranê de ku wê rojê ji destûrê vegeriya bû, bi guleyên ku li serî û zikê wî ketî jiyana xwe jidest dabû. Rayedarên leşkerî ji bo Akturk destpêkê wekî xwekuştin û piştre jî wekî gulebarana tacîzê ragihandin. Destûr nedan malbata Akturk ku kurê xwe cara dawî bibînin û bi lez û bez hat veşartin. Di 25'ê Tîrmehê de jî Nîhat Bakirê ku li heman yekîtenê li rex cihê nobedariyê ji serê xwe gule xwarî hat dîtin. Bavê Bakir Rifat Bakir ku bi fermandaran re çû cihê bûyer lê qewimiye û bi rayedarên edlî tibê re hevdîtin pêk anî bawer nake ku kurê wî xwe kuştibe. Bakir got; "Çawîşê pispor ê bi navê Ozan gef li kurê min xwarine. Kurê min bi agahiya fermandaran hat kuştin."
'Kurê min li cihekî kuştin û anîn wir'
Bakir diyar kir ku kurê wî mirina kurê xwe ji polîs û leşkerên ku hatine mala wan haydar bûne û wiha axivî: "Dema leşker û polîs hatin mala me min ji wan xwest ku ew rênekin. Ez û birayê xwe Halît Bakir bi hev re çûn Stenbolê. Min li edlî tiba Stenbolê cenazeyê kurê xwe dît. Me bi parêzerên me re cenaze lêkolîn kir. Gulle li serê wî ketiye çene û gewriya wî parçe parçe kirine. Me cenaze negirt û em çûn Çorluyê. Parêzer negirtin nava yekîneya leşkerî. Piştî ku ji dozgeriyê me destûra wî girt, em çûn cihê kurê min mirî lê hatiye dîtin. Li wê derê 3 qlûbeyên nobedariyê hebûn. Di navbera wan de 25 û 80 metre hebûn. Di navbera cihê kurê min mirî hatiye dîtin û qlûbeya nobedariyê de 25 û 80 metre hebûn. Li erdê şopa xwînê hebû. Çawa dibe ku mirovek xwe ji serê xwe dikuje û ew qasî xwîn belav dibe. Li cihê ku mirî lê hatiye dîtin şopa xwînê tune bû. Diviya ku ew der bibûya gola xwînê. Kurê min li ciheke din kuştine û piştre jî anîne wê derê."
'Çawîşê pispor gef li kurê min xwarine'
Bakir anî ziman ku piştî ku cihê bûyerê dîtine ew ketine fikara, 'gelo kurê min hatiye kuştin' û wiha axivî: "Me bi fermandarê yekîneyê re hevdîtin pêk anî. Rûyê fermandar gelekî vezelayî bû. Piştî her gotinekî fermandar bi ser me de dihat. Me xwest hevalên kurê min bînin cihê bûyerê. 8 hevalên wî anîn wê derê. Rûyê wan bi kem bû û kesek xemgîn nebû. Min yek bi yek ji wan pirsa, 'hûn ji kû derê ne' kirin. Hemû ji Anatoliya Navîn û Egeyê bûn. Ji wan tu kes ne hevalên kurê min bûn. Leşker çûn û fermandar ji min re got, 'çawîşê pispor Ozan bi kurê te re ketibû nava xirecirê. Kurê te hat ba min û giliya wî kir.' Pişt re ez hînbûm ku çawîşê pispor ji kurê min re gotiye, 'em herdu li vê derê zêde ne yan tu dê biçî yan jî ez ê biçim.' Piştî lêkolîna me ya li cihê bûyerê û yekîneya leşkerî ez haydar bûm ku kurê min bi agahdariya fermandaran hatiye kuştin."
'Serê min jêbikin jî ez kurê xwe yê din rênakim leşkeriyê'
Bakir destnîşan kir ku kurê xwe ji Stenbolê birine Îzmîrê û merasima leşkerî qebûl nekirine. Bakir wiha berdewam kir: "Bejna kurê min 2 metre û 10 santîm bû. Me dil nedide em li wî binêrin. Tu pirsgirêk nebû. Heta beriya jiyana xwe jidest bide pere xwestibû. Min bi kedeke mezin ew xwedî kiribû. Kureke min ê din heye. Serê min jî jê bikin ez wî rênakim leşkeriyê. Ev hemû senaryoyên dewletê ne. Her tim cenazeyê zarokên me yên kurd tên."
Gûmana kuştina di raporê de
Dema ku mirov rapora lêkolînê ya jenderme li cihê bûyerê amade kiriye û rapora edlî tibê li ber çavan digire aşkera dibîne ku mirina Bakir bi gûmanan dagirtiye. Balkêş e ku çeka Bakir ji depoyê hatiye girtin, bûyer piştî 3 saetan hatiye bihîstîn, cenaze 3 saet piştre hatiye dîtin. Di rapora otopsiyas Bakir de tê destnîşankirin ku gule ji jor ve li serê Bakir ketiye çene û gewriya wî parçe parçe kiriye. Ev yek pirsa wekî; "gelo mirovek çawa dikare ji jor ve gule bera xwe bide" tîne hişên mirovan û gûmana hatiye kuştin zêdetir dike.
(ak/mae)