Çinarê ku ji dest ji çiyayan bernade
Mehmet Nurî Ekîncî Qendîl - Bi ronahiya tîrêjên yekemîn yên roja piştî êrîşa Rûmiyan re dema me xwe gihand gundê ku ji aliyê balafiran ve rastî êrîşê hatibû, me ew nas kir. Navê kesê herî kal yê gund Mihmet Elî Bapîr bû. Xetên rûyê wî, qeliş û xetên dirêj yên Çiyayê Qendîlê dianî hişê mirovan.
Hemû balafrinên şer yên tirk di 24’ê tebaxê de li gundê Silê û Suredê ya Qendîlê êrîş pêk anîn û sivîl kiribûn hedef. Ev êrîş rastî salvegera komkujiya Kortekê hatibû. Divê êrîşê de jî ji komkujiyeke nû hatibû rizgarkirin. Di vê êrîşê de kurê Elî Bapîr birîndar bû. Bombe li konan ketibûn. Sewal telef bibûn. Bax û baxçeyan xesar dîtibûn.
DI XETÊN RÛYÊ WÎ DE DÎROKEK VEŞARTÎ
Tîrêjên rojê yên yekemîn dema li Çiyayê Qendîlê dida, di têketina gundê Suredê ya ku bûyer lê qewîmî, me di konekî de ew dît. Mihemed Elî Bapîr jî mala wî û sewalên wî rastî êrîşê hatibû. Piştî ku me rêça êrîşê bi wênekêşê kir belge, em li konekî bûn mêvan.
Mihemed Elî Bapîr ku beşeke mezin a temenê xwe li çiyayan derbas kir û niha şivantiya xwe dewrê neviyên xwe kiriye. Me çîroka Mihemed Elî Bapîr di nav van şert û mercan de bihist. Ger ew êrîş tune bûya, belkî ew jî wekê yên din wisa veşartî bima.
Balafirên keşfê yê ku ji bo êrîşeke nû li ser me digerin li aliyekê,em ji bo ku xwe ji germahiya nîvro biparêzin li ber siya darekî runiştin. Ew jî bi awayekî gelek dilnizim hate gel me û pişta xwe da darê. Êrîşa dawî ya dewleta tirk nîqaş dikir. Lê xuya bû di xetên rûyê wî de dîrokek heye. Kalê Mihemed Elî dema hate runişt bê deng bû.
QENDÎL JI BO ME QADA JIYANÊ YE
Em êrîşê hatiye kirin jê dipirsin. Serê xwe dihejîne û dibêje: “Rûmî (dewleta tirk) kurdan ji hev venaqetîne û êrîş dike. Her ku gelê kurd azadiya xwe bi dest dixe ew dibe êrîşkar.” Rondikên çavên wî yek bi yek dirijin. Ev 30 sal in ez gerîlayan nas dikim. Her tim piştgirî dan me. Tu zirara wan tune bo me. Dewleta tirk bi çavê neyartiyê li me dinêre.
M. Elî ku ew û zarokên xwe bi sewalkariyê debara xwe dikin, xuya ye ku dê her tim li vir bimîne. Ji ber ev der ev rê û rêwîtî ji kalê wan maye. Diyar dikin ku wan di van rêyan de çend caran rastî êrîşa dewleta tirk û Îranê hatine, lê ev der terk nekirine. Şevekê rastî êrîşa bi sedan bombeyên qazanê hatine. Lê ne Bapîr û ne jî yên din axa xwe terk nekirine. Dibêje ku ew çi bibe jî dê welatê xwe terk nekin.
PÎŞEYA XWE DEWRÊ NEVIYÊ XWE KIR
Mihemed Elî Bapîr di sala 1930’î de ji dayik bûye. Du caran zewiciye. 82 salî ye. Ji 10’î zêdetir zarokên wî hene. Hejmara neviyên xwe nizane. Pîşeya wî şivantî ye û tenê çavkaniya debara wî ye. Niha neviyên wî li Zozanên çiyayê Qendîlê şivantiyê dike. Bapir diyar dike ji zarokatiya xwe de li van deran şivantiyê dike.
Bapîr li beşeke mezin a Başûrê Kurdistanê heta îro pêşmergetî kirine. Bapîr wiha dibêje: “Li dijî leşkerên Sedam em li Ranya, Qeladizê, Sengeserê me xwe amade kir. Me çekên xwe girt û me şer kir. Me ew ji Kurdistanê derxist. Her wiha li Başurê Kurdistanê di warê aboriyê de newekeheviyek heye. Gelek kes pereyên zêde qezenc dike. Lê hinek jî pir xizan in.”
Çiya û şer li ser van axan vegeriyabû realîteyekê. Çîrok jî ji kêlekê vê dest pê dikin. Çîroka kalê M.Elî jî ji vir dest pêkiriye. Kalê M. Elî Bapîr bang dike û dibêje: “Her kurd ji bo ku mirovahiya xwe wenda neke divê xwedî li axa xwe derkeve.”
ANF NEWS AGENCY