1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çiya Kurd: Tu kes hebûna Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê qebûl nake
Çiya Kurd: Tu kes hebûna Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê qebûl nake,çiya,kurd,tu,kes,hebûna,tirkiyê,li,sûriyê,û,iraqê,qebûl,nake

Çiya Kurd: Tu kes hebûna Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê qebûl nake

A+ A-

KENDAL ŞÊXO

NAVENDA NÛÇEYAN – Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku hin dewletên herêmî li herêmê destûr nadin Tirkiyê ku li Sûriyê û Iraqê gavan zêde bavêje.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Bedran Çiya Kurd derbarê rewşa herêmê ji ANHA′yê re nirxandin kir.

Çiya Kurd got ku Rûsya û Îranê destûr nadin ku Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê gavan zêde bavêje û wiha axivî: ″Dewletên Yekbûyî û Israîl destûr nadin ku dewleteke nû ya osmanî li herêmê ava bibe. Eger ku Tirkiyê di siyasetên xwe de îsrar bike, dê aloziyeke mezin jiyan bike.″

′Tirkiyê Osmaniya islamiye′

Çiya Kurd diyar kir ku dewleta Tirk li Rojhilata Navîn wekî dewleteke navendî tev digere û wiha domand: ″Ji ber vê sedemê Tirkiyê di siyasetên xwe yên di Rojhiata Navîn de, rê û resmên osmaniyan esas digire. Tirkiyê ola îslamê bikar tîne da dest deyne ser dewletên herêmê û yên cîhanê, her wiha destek dide komên (ku li ser navê îslamê tev digerin) yên li Yemen, Iraq, Sûriye, Misir, Lubnan, Lîbiya, Filistîn û îsraîlê.

hevpeymanên Rûsya û Amerîka

Çiya Kurd bal kişand ser hevpeymanên Rûsya û Amerîka yên li herêmê û got ku tevî van hevpeymanan, Tirkiyê, Siûdî Erebistan û Qeter nerîn û aramancên li Sûriyê neguherîn û ev tişt got: ″Ev hersê dewlet hê jî hewl didin pêşveçûnên hêzên demokratîk li Sûriyê asteng bikin.″

Pêvajoya şerê rû bi rû

Çiya Kurd da zanîn ku şerê li herêmê veguheriye şerê rû bi rû û wiha axivî: ″Piştî ku komên çete li hember hêzên Rojava têk çûn, Tirkiyê bi awayekî rasterast destwerdana axa Rojava kir, da piştgiriya çeteyan bike.″

Reqa û Mûsilê..

Çiya Kurd girîngiya operasyonên rizgarkirina Reqa û Mûsilê ji bo dewleta Tirk wiha nirxand: ″Eger ku Tirkiyê Reqayê dagir bike, ev yek tê wateya ku Tirkiyê li Sûriyê gavan zêde davêje û dorpêça li ser Rojava teng dike da destkeftiyên şoreşê derbe bike. Armanca Tirkiyê ji beşdariya di operasona Mûsilê de ew e ku herêmê dagir bike (taybet Şengal û Başûrê Kurdistanê). Tirkiyê her derbarê Reqa û Mûsilê de daxuyaniyan dide, ev nîşan dide ku çarenûsa wê diyar dikin.″

Rewşa aloz

Çiya Kurd destnîşan kir ku eger Tirkiyê siyasetên xwe li Sûriyê û Iraqê dewam bike, dê li herêmê şerekî dijwar rû bide û wiha pê de çû: ″Gelê Kurd û hemû gelên ku li Kurdistanê dijîn dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin û li ber xwe didin. Eger ku AKP′ê di siyasetên xwe yên dîktatoriyê de dewam bike, dê rewşa Tirkiyê aloz bibe û çarenûsa herêmê nediyar be.″

(mm)

ANHA