Çiyayê Gomanê heta serê sibê hate bombekirin
Li aliyekî şerê li navçeya Şemzînanê berdewam dike, li aliyê din leşker bê navber herêma Çiyayê Gomanê bombe dike. Leşker herêm û çiyayên ku nikare têkeve nav, bi bombeyên Obusê û balafirên şer ên F-16 dide ber bombeyan.
Şerê li navçeya Şemzînanê ku ji 23'ê ve di navbera HPG'ê û TSK'ê de dest pê kiriye didome. Li herêmê nêzîe 2 hefteyan e endamên HGP'ê herêm xistiye destê xwe û leşker nikarin têkvein herêmê. TSK ku nikare bi maşîneyên zirxî û bejayi têkeve herêmê, bê navber bi hawan, bombeyên Obusê, Helîkopterên Komba û Balfirên şer herêmê û Çiyayên Gomanê bombe dike. Hate zanîn ku balafirên şer ji şevê din heta niha herêma çiyayê Gomanê da ber gule û bombeyan.
Dengê bombebaranê ji aliyê welatiyên gundê Nîrkula û Masiro ve hete bihîstin. Li herêmê liv û tevgera hewayî berdewam dike.
(mae)