1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çiyayên Çelê tên bombebarankirin
Çiyayên Çelê tên bombebarankirin,çiyayên,çelê,tên,bombebarankirin

Çiyayên Çelê tên bombebarankirin

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqolan bi awayekî hevdem çalakî pêk hat û pitşî vê pevçûnan dest pê kir û niha jî didome

A+ A-

Çelê-Colemêrg- li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqolan bi awayekî hevdem çalakî pêk hat û pitşî vê pevçûnan dest pê kir û niha jî didome. Di serî de çiyayê Kato û gelek cihên çiyayê yên Çelê ji hewayî û bejayî ve tên bomberankirin. Gerîlayên HPG’ê duh êvarê li 3 xalên cuda bi awayekî hemwext çalakî pêk anîn. Çalakiya ku li hemberî qereqola Geçîmlî û Katataş pêk hat, piştî wê li herêmê tevgerê dest pê kir û heta niha didome. li gorî çavkaniyên fermî yên dewleta Tirk 6 leşker û 2 cerdevan hatin kuştin û piştî vê bi balafrinên şer û helîkopteran herêmê hatiye bombebarankirin. Her wiha yekineyên seyar yên leşkerî kul i gundê Geçîmlî bûn jî li Çiyayê Kato der bi topebaranê kir. Hate zanîn ku helîkopterên çûne herêm mirî û birîndar birine Kişlaya Fatîh ya Colemêrgê û li vir jî bi ambulansan sewqî nexweşxaneya leşkerî kirine. Hate hibûn ku 4 ambulans şandine Gundê Geçîmlî ya li ser riya Çelê-Colemêrgê ku pevçûn diqewimin. Li gorî çavkaniyê herêmî hate hînbûn ku di çalakiyên li hemberî Qereqola Cendermeyan a Karataş û Qerewqola Cendermeyana Geçîmliyê de hemjara leşkeriyên mirî û birîndar zêde ne. Bi taybet jî hate hînbûnku di çalakiya Qereqola Geçîmlî de bi dehan leşker mirine. Cerdevanekî ji DÎHA’yê re axivî û dem adi çalakiyê de li qereqolê bû da zanîn k udi çalakiyê de gelek leşker mirine û 15 heb jî birîndar bûne. Cerdevanê ku navê xwe aşkera nekir wiha got: “Pevçûna bi saetan berdewam kir. Di dema pevçûnê de gelek leşker ketin şokê. Ji vana gelek hêj nehatine ser hişê xwe. Li nexweşxaneyê tedawî dibin. Welatiyên sivîl zêde bandor li ser çêne bû. lê gengeşiyeke mezin çêbû.”