1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çoban: Divê dewlet gavên şênber bavêje
Çoban: Divê dewlet gavên şênber bavêje,çoban,divê,dewlet,gavên,şênber,bavêje

Çoban: Divê dewlet gavên şênber bavêje

A+ A-

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku PKK'ê bi serbestberdana leşker û rayedarên cemewariyê niyeta xwe ya baş nîşanda û divê dewlet û hikûmet jî gavan bavêje. Alîkarê Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Selahattîn Çoban jî diyar kir ku divê dewlet gavên pêvajoyê dabigire bavêje.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî û Alîkarê Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Selahattîn Çoban ên di nav heyeta çûn Herêma Federal a Kurdistanê û 6 leşker, polîse û namzetekî qeymeqam ên di destê HPG'ê de teslîm wergirtin nêrînên xwe ji DÎHA'yê re parve kirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku pêvajoya serbestberdana 8 kesan ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin û banga Ocalan li ber çavan hate girtin û 8 kes serbest hatin berdan. Bîlîcî, anî ziman ku serbest berdan gavekî dîrokî û girîng e û wiha got: "Li gorî me Ocalan û PKK'ê gavekî gelek girîng û niyetekî gelek baş e."

'Piştî vê yekê divê hikûmet û dewlet gavan bavêje'

Bîlîcî, da zanîn ku pişt bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin hatin destpêkirin li herêmê tu guherîn pêk nehatin. Bîlîcî, bilêv kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê her du alî baweriyê bi hev bînin û gavên niyetên baş bavêjin. Bîlîcî, destnîşan kir ku PKK'ê bi serbestberdan 8 kesên di destê xwe de digirtin serbest berdan gava niyeta baş nîşanda û wiha got: "Piştî vê yekê divê hikûmet û dewlet gavan bavêje. Dewletê bi hezaran siyasetmedarên kurd, parêzvanên mafên mirovan, xwendekar girtin avêtin girtîgehan. Tenê pêşniyarên çareseriyê danîn holê, di saziyên legel de xebat pêk anîn. Ew hemû bi temamî bi biryarên siyasî di girtîgehan de ne. Ji ber vê yekê divê dewlet demildest sererastkirina pêk bîne û wan serbest berbidin. Ji ber ku bi awayekî bêyî hiqûqî hatin girtin. Divê demildest serbest bên berdan."

Bîlîcî, da zanîn ku PKK'ê dema leşker û kesên din serbest berdan tu şert pêk neyena û wiha axivî: "Gotin 'fermana serokatiya wan ji bo wan bes e. KCK'ê jî biryar da û em bêyî şert serbest berdidin' Ji ber vê yekê em li benda dewlet jî heman gavan bavêjin in. Divê dewlet ji bo ev pêvajo mayînde bimîne helwesta baweriyê pêk bîne nîşan bide. Hikûmet li aliyekî dibêje bila dest ji çekan berdin bên siyasetê bikin li aliyê din kesên siyasetê dikin kesên siyasetê dikin tên girtin. Ji ber vê yekê tu kes baweriyê bi hikûmet û dewletê nayne. Heke hûnê daxwaz dest ji çekan berdin bikin wê demê li hemberî vê yekê bi hezaran kesên di girtîgehê de tu dê serbest ber bidî. Ji ber vê yekê samîmiyet û rastbûn gelek girîng e. PKK'ê bi vê pêvajoyê bi bawer û samîmiye. Bi serbest berdana 8 kesan ev yek nîşan da."

'Divê dewlet gavên şênber ên pêvajoyê dabigire gavêje'

Alîkarê Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Selahattîn Çoban jî serbestberdana 8 kesan weke niyeta baş nirxand. Çoban, anî ziman ku ew hêvî dike ku gava PKK'ê avêtî ya serbestberdana 8 kesan dê ji aştiyekî bi rûmet re bibe vesîle. Çoban, diyar kir ku divê dewlet jî gavên vê pêvajoyê dabigire gavêje. Çoban, da zanîn ku piştî heyeta BDP'ê li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Ocalan re hevdîtin kir û nameyên wî ji Qendîlê re ragihandin jî operasyonan berdewam kir û wiha got: "Li aliyekî di ziman de nerimbûnek heye lê divê di pratîkê de gerimbûnek pêk bê. Hikûmet li aliyekî dibêje bila PKK dest ji çekan berdan li aliyê din jî qada siyasetê teng dike. Ev yek nakokî ye. Ji ber vê yekê divê ev ji holê bê rakirin. Operayonên leşkerî û siyasî hêj berdem dikin. Ev yekê tevkariyê nade pêvajoyê. Zirarê dide pêvajoyê. Duh li aliyê din me rewşekî gelek gerim hîs kir. Gotin ew ji diyalog û çareseriyê re vekirîne."

(bd/mae)