Çêkirina bîrdariyê komkujî ronî kir
FERHAT ARSLAN - DÊRSIM 26.06.2014 07:00:00 Li navçeya Dêrsim Xozadê, di sala 1938'an de du malbatên ji 24 kesan ku di nav de zarok û temendirêj jî hebûn, li kadîneke gundê Karabakirê ji aliyê leşkeran ve bi awayekî komî hatin şewitandin û qetilkirin. Malbatên xwestin li cihê bûyerê bîrdariyekê çê bikin, rastî hestiyên bi dehan mirovan hatin.
Li gundê Karabakir ê navçeya Dêrsim Xozadê, di 14'ê Tebaxa sala 1938'an de 24 kesên ji malbatên Baran û Canan ku biçûkê wan 6 mehî mezinê wan 80 salî bû, li aliyê leşkeran ve li kadîneke gund hatin komkirin û bi awayekî komî hatin şewitandin.
HESTIYÊN DERKETIN, JI NÛ VE BINAX KIRIN
Ev qada ku 24 kes lê hatin qetilkirin demeke dirêj rûyê ti mirovî nedî. Qada ku demekê weke zozanan ji aliyê gundiyan ve dihat bikaranîn, bû xirbe. Huseyîn Baran ê 39 salî, ku di komkujiyê de kalkê xwe, apên xwe û gelek xizmên xwe winda kir, li herêma lê bûyer qewimî beriya hefteyekê xwest bîrdariyekê çê bike û dest bi kar kir. Li cihê ku Baran koland, hestiyên welatiyên di Komkujiya Dêrsimê ya 38'an de hatin qetilkirin derketin holê. Li ser vê yekê Baran hestî li kevnekî pêçand û ji nû ve binax kir. Lê belê xebatên bîrdariya dihat xwestin bê çêkirin hat rawestandin.
GUNDÎ LI KADÎNÊ BI SAXÎ ŞEWITANDIN
Baran da xuyakirin ku di sala 1938'an de 24 kesên endamên Ocaxa Elewiyan a Agûîçen bi saxî hatine şewitandin û qetilkirin û got, "Vana pîr û rêber bûn. Li gorî baweriya xwe kêrikek jî li gel wan nebû. Ji bebekê 6 mehî heta pîra 80 salî hemû gundî li pişt gund anîn cem hev û ew şewitandin. Me xwestin li vir bîrdariyekê çê bikin. Lê bi awayekî rast hatî ev hestî derketin holê û min jî dest ji çêkirina bîrdariyê berda."
Baran diyar kir ku beriya ew dest bi çêkirina bîrdariyê bike, wî cihê komkujiyê tam nedizanîbû û got, "Min cih baş nezanîbû. Min dizanîbû ku li vê herêmê hatine şewitandin. Bi awayekî rastî min cih dît."
PARÊZER SOYLEMEZ: DIVÊ DOZGER LÊPIRSÎNEKE SERBIXWE BIDIN DESTPÊKIRIN
Parêzer Cîhan Soylemez ê li herêmê lêkolîn pêk anî diyar kir ku divê dozgerên komarê der barê mijarê de lêpirsîneke serbixwe bidin destpêkirin.
Soylemez ragihand ku li herêmê gelek parçeyên hestiyan hatiye dîtin û got, "Divê di vir de dozgerên komarê bi awayekî serbixwe bikevin nava tevgerê, werin herêmê û keşfê bikin. Pêwîste pisporên saziya tipê û antropolog jî li gel wan amade bin. Gundî dema bikolin dikarin zerarê bidin hestiyan. Divê hestî ji aliyê pisporan ve bê tesnîfkirin, piştî rapora wê hat amadekirin û ji bo li gorî pêwistiyên olî bên veşartin, radestî malbatan bên kirin. Yek ji wezîfeya herî mezin a îro dikeve ser milê dewletê ev e. Divê dewlet vê birînê baş bike. Divê bi awayekî îdeolojîk nêzî vê nebe. Em bang li Serdozgeriya Komarê ya Xozadê dikin ku bi awayekî serbixwe bi wezîfeya xwe rabe."
Biryara danezana werasetê ya Dadgeha Hiqûqê ya Esliye ya Xozadê di 15'ê Kanûna 1938'an de da, piştrast dike ku 24 kes ji aliyê leşkeran ve hatine qetilkirin.
Di doza werasetê ku keça Tûrabî Baranê di komkujiyê de hat qetilkirin Rane Baran a bi saxî filitî de, di biryara dadgehê de tê gotin ku bavê wê 'di dema tevgera leşkerî de' hatiye kuştin.