1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çîniyê YPG’yî: Hêzên YPG’ê parastina tevahî mirovahiyê dike
Çîniyê YPG’yî: Hêzên YPG’ê parastina tevahî mirovahiyê dike,çîniyê,ypg,yî,hêzên,ypg,ê,parastina,tevahî,mirovahiyê,dike

Çîniyê YPG’yî: Hêzên YPG’ê parastina tevahî mirovahiyê dike

A+ A-

DILSOZ DILDAR

TIL TEMIR – Şervanê YPG’ê yê Çînî yê bi navê Sîpan Gever diyar kir ku beşdarbûna çeteyên biyanî di nava DAIŞ’ê de, tenê ji bo pereyan e û destnîşan kir ku hêza tekane li hemberî van çeteyan derketiye tenê YPG’ê ye û bang li hemû dewletên cîhanê kir ku rê li pêşiya beşdarbûna wan a nava DAIŞ’ê bigirin.

Ciwanekî Çînî yê 22 salî beriya nêzî 3 mehan berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û beşdarî nava refên YPG’ê bû û navê xwe kir Sîpan Gever. Şervanê YPG’ê Gever herî dawî beşdarî nava operasyona “Şehîd Robar Qamişlo” bû û cih xwe di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de girt. Gever diyar kir ku piştî operasyona “Şehîd Robar Qamişlo” ya hêzên YPG’ê û YPJ’ê ku di 6’ê gulanê de dest pê kiriye bi ser ket, wî di nava bermahiyên çeteyan de nasnameyên Çînî, Korî, Endenûsî, Malîzî û Çîçanî dîtine û got ku sedema beşdarbûna van a nava DAIŞ’ê tenê ji bo pereyan e û çete ew bi jiyaneke xeyalî xapandine.

‘YPG’ê parastina tevahî mirovahiyê dike’

Gever derbarê sedema beşdarbûna xwe ya nava refên YPG’ê de got ku ji ber ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê parastina tevahî mirovahiyê dikin, ew beşdarî nava refên wê bûye. Gever diyar kir ku wî bi riya çapemeniyê berxwedana YPG’ê û YPJ’ê û bi taybet li Kantona Kobanê nas kiriye û wiha got: “Min xwest ez jî cihê xwe di vê berxwedana pîroz de bigirim.”

Gever bi berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê û çalakiyên fedayî bi taybet çalakiya Arîn Mîrkan gelekî bi bandor bûye û wiha destnîşan kir: “Ev jina xwedî rihekî leheng û berxwedêr li hemberî dijminan canê xwe li ser riya azadî û rûmeta gelê xwe kir bombeyek.”

Şervanê YPG’ê Sîpan Gever diyar kir ku ji ber ku hêza tekane ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dide YPG’ê ye, ew beşdarî nava refên YPG’ê bûye û wiha domand: “Pêkhateyên vê herêmê birçiyên azadiyê ne û hêzên YPG’ê dikare daxwaza wan a azadiyê bi cih bîne.”

‘Bila rê li pêşiya beşdarbûna ciwanan a nava DAIŞ’ê bigirin’

Gever di axaftina xwe de bang li hemû dewletên cîhanê kir ku rê li pêşiya beşdarbûna ciwanên xwe ya nava çeteyên DAIŞ’ê de bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ne tenê li dijî gelê Kurd metirsiyeke, lê belê tevahî cîhanê dixe nava metirsiyeke mezin. Ji ber vê yekê divê hemû dewletên cîhanê bi hemû derfetan alîkariya hêzên YPG’ê û YPJ’ê bikin û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bi dawî bikin.”

(jh)

ANHA