Çîroka 3 windayên Basayê
Çîroka 3 windayên Basayê: Ji kendalan avêtin û bombe barandin ser wan
Saîd Şen, Beşîr Baskak û Abdullah Guler. Li gundê Zivoga Hecîeliya bi ser navça Basaya Şirnexê di sala 1993'an de hatin windakirin. Hestiyên wan di kolana 2 roj berê de hatin dîtin. Derket holê ku Saîd Şen, Beşîr Baskak û Abdullah Guler destpêkê ji kendalan avêtine û piştre jî bombe barandine ser wan, her wiha parçeyên bedenên wan xistine poşêtan û ew li vê derê veşartine. Birayê Baskak Abdulsamet Baskak got; "Me gora komî kola. Piştî ku me metreyek kola, me hestiyên birayên min di nava poşetekê de dîtin. Li ser birayê min cilên zavatiyê hebûn, min ji wan cilan nas kir.
Kolandina 3 kesên ku di sala 1993'an de li gundê Zîvoga Hecîeliya navça Basaya Şirnexê leşker û cerdevanan destpêkê ji kendalan avêtibûn û piştre jî bombe barandibûn ser wan bidawî bû. Di kolanên ku bi fermana dozgerê komarê yê bi rayeya taybet ê Amedê ve li herêma nêzî tabûra fermandariya jendermeyan de hestiyên 3 kesan ên parçekirî û bi cilên wan di poşetan de hatî veşartin hatin dîtin. Xizmên windayan ên xebatên kolanê şopandin cenazên xwe bi cilên wan teşhîs kirin. Derket holê ku hestiyên kesên hatine dîtin aydî Saîd Şen, Beşîr Baskak û Abdullah Guler in. Ji bo testa DNA'yê ji xizmên wan mînakên xwînê hatin girtin. Ji bo nasnameya wan kesan aşkera bibe jî hestiyên hatin dîtin ji saziya tiba edlî ya Stenbolê re hatin rêkirin. Hat hînbûn ku hestiyên 2 kesên din jî li heman noqteyê hatine veşartin. Çav li rê ye ku xebatên kolanê di rojên pêşiya me de dîsa destpê bike.
'Ji kendalan avêtin û bi bombeyan bedenên wan parçe kirin'
19 sal ji ser bûyerê re derbas bûn. Birayê Beşîr Baskak Abdulsamet Baskakê ku piştî salên demdirêj hestiyên birayê xwe dîtin, diyar kir ku wî ji cilên zavatiyê yên li ser bedenê parçebûyî birayê xwe nas kiriye. Baksak roja bûyerê bi van hevokan vedibêje: "Dîrok 6 Hezîrana 1993'an bû. Leşker û cerdevanan bi ser gundê me de girtin. Hemû gundî li eywana gund berhev kirin. Di dema bûyerê de dengê çekan ji nava gund bilind bû. Piştî leşker ji gund derketin, gundî ber bi cihê dengê çekan bilind dibe ve beziyan. Ahmet Guler li nav baxçeyekê, Ahmet Çetîn jî li nava gund hatibû kuştin. Piştî ku Ahmet Çetîn hat kuştin bedenê wî şewitandin û bi keviran cenazê wî veşartin. Piştre gundiyan cenazên Çetîn û Guler li gundê Hirareş veşartin. Piştre leşkeran birayê min û hevalên wî Saîd Şen û Abdullah Guler xistin binçavan. Leşker her sê kesan dibe ji kendalan diavêje û bombeyan dibarîne ser wan. Di encama bombebaranê de birayê min Beşîr Baskak, Saîd Şen û Abdullah Guler jiyana xwe jidest dan. Li ser vê yekê gundiyên Zîvoga Hecîeliyê çûn cihê bûyerê. Bedenê birayê min û 2 hevalên wî parçe parçe bibûn. Piştre bedenên parçebûyî bi cilên wan dixin poşetan û bi awayeke komî vedişêrin."
'Min ew ji cilên wî yên zavatiyê nas kir'
Baskak diyar kir ku wan di sala 2010'an de serî li serdozgeriya komarê ya Cizîrê dane lê tu encam jê negirtine û wiha axivî: "Çend roj beriya niha em çûn cihê bûyerê û me dest bi kolanê kir. Me bi serê xwe gora komî kola. Piştî ku me metreyek erd kola min bedenê birayê xwe yê parçe parçe bûyî û di poşetan de hatî veşartin dît. Li ser bedenê birayê min cilên wî yên zavatiyê hebûn. Jixwe min ji wê derê nas kir. Me xebatên kolanê dewam kir. Piştre me cenazên Saîd Şen û Abdullah Guler jî dîtin. Hevsera Saîd Şen û malbata Abdullah Guler jî li wir bûn, Wan jî cenazên xwe teşhîs kirin. Tu sûcê van mirovan tune bû, leşkeran li gorî kêfa xwe bi ser gund de girtin û ev mirov kuştin. birayê min hîn ew 6 meh bûn ji leşkeriyê hatibû û nû zewicî bû. Gelo ma kesek ew 6 meh bin leşkeriyê vegeriya be dê çi sûcî bike? Em dixwazin kesên ev komkujî pêk anîne bên girtin û cezakirin."
'Bila şahid tiştên dîtina vebêjin'
Serokê Baroya Şirnexê Nuşerîvan Elçî jî xebatên kolanê nirxandin û wiha axivî: "Di encama kolanên Basayê de hestiyên 3 mirovan hatin dîtin. Cilên li ser bedenên parçebûyî hêj pûç nebûne. Her çi qasî cihê gelek gorên komî tên zanîn jî mixabin piştî 6-7 mehên din ew gor tên vekirin. Ev yek pirsên wekî; gelo cihê cenazan hat guhertin? jî bi xwe re tîne. Lewma çawa serlêdana gora komî çêbû, divê demildest xebatên kolanê destpê bike. Em hêvî dikin ku kesên di salên 1990'an de bûne şahidên bûyerên bi vî rengî bên van bûyeran vebêjin. Bûyer ancaq bi vî rengî ronî bibin." DÎHA (ak)