Çîroka Ahmet: Ez ê çavê xwe ji mirina kurdekî re jî negirim
"Êdî ez ê çavê xwe ji mirina yek kurdî re jî negirim, jiyana min ji jiyana kesên ku tên qetil kirin ne bi qîmettir e"
MÛŞ (DÎHA) - Ahmet Gokalp di berxwedana dîrokî ya 103 rojan de li Sûrê jiyana xwe ji dest da, Gokalp bi gotinên wekî "Êdî ez ê çavê xwe ji mirina yek kurdî re jî negirim, jiyana min ji jiyana kesên ku tên qetil kirin ne bi qîmettir e" berxwedana xwerêveberiyên cewherî vegotibû. Gokalp got "Her kesê ku bixwaze riyeke ku bimeşe heye" derket rê û di 10'ê Adarê de tevli kerwanê pakrewanan bû.
Ahmet Gokalp bi gotinên "Êdî ez ê çavê xwe ji mirina yek kurdî re jî negirim, jiyana min ji jiyana kesên ku tên qetil kirin ne bi qîmettir e" derket rê û di berxwedana 103 rojan a navçeya Sûrê ya Amedê de tevli kerwanê pakrewanan bû. Gokalp di sala 1997'an de li navçeya Gimgimê ya Mûşe hatiye dinê, dibistana seretayî û navîn li navçeyê xwendiye, di ezmûnên Lîseya Fenê de li Tirkiyeyê di rêza 12'an de cih digire. Her çendî hemû Lîseyên Fenê yên li Tirkiyeyê wî qebûl dikin jî ew Lîseya Fenê ya Mûşê ya li Kurdistanê de xwe qeyd dike. Piştî şerê li Kurdistanê çavê xwe ji komkujiyên li Kurdistanê re nagire û tevli berxwedana xwerêveberiyên cewherî dibe.
'Me di wî de hêvî didît'
Bavê Gokalp Şirîn Gokalp bi gotinên wekî "Min di wî de hêvî didît, ew roniya çavê min bû" dest bi axaftina xwe kir û da zanîn Ahmet emanetekî dayika wî ya ku hêz ew piçûk bû jiyana xwe ji dest dayê ji wî re maye û wiha axivî: "Dayika wî gelekî ji wî hez dikir, ew emanetî min kir. Got 'li wî baş mêze ke, ew zarokekî gelekî bi aqil e'. Rêber hêz di zarokatiya xwe de gelekî bi aqil bû. Karê ku digirt destê xwe herî baş û bi serkeftî dikir. Digot 'Heke em karekî bikin divê em herî baş bikin, ne xwe divê em nekin' zarokekî wiha bû."
Saeta Ahmet a ji kevir
Gokalp diyar kir ku Ahmet qasî ku di dersên xwe de serkeftî bû, di karên destan de jî gelekî serkeftî bû û ev tişt anî ziman: "Danûnstanidên wî gelekî bi mirovan re baş bû. Dê bi kê re çawa biaxive baş dizanibû û li ser mirovan bi bandor bû. Gelek ji karên destan hez dikir. Ji kevir saetek çêkiribû. Gelek kelûpelên aydên wî li malê heme." Gokalp bi lêv kir ku di zarokatiyê de der barê meseleya kurd de pirs ji kurê wî hatine kirin û wiha got: "Ez di salên 90'î de ketibûn girtîgehê û em hatin îşkencekirin. Rêber ev rewş her dem lêkolîn dikir. Bi vê ve girêdayî li ser meseleya kurd lêkolîn kirin. Her dem der barê çand û dîroka me de pirs li min dipirsîn."
'Êrîşên DAIŞ'ê gelekî bandor li ser kir'
Gokalp der barê veqetina Ahmet a ji malê de jî agahî da, da zanîn gelekî bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê bi bandor bûye û wiha pêde çû: "Berî ku biçe gelekî dîmenên DAIŞ'ê temaşe dikir û dida temaşe kirin. Rojekî min li wî geriya û bi tevahiya rojê ez negihêjtim wî. Min li xwişka wî ya li Mûşê gerî û wê çû li dibistanê pirsa wî kir. Hevrêyên wî name û telefona ku Rêber hiştibû dabûn xwişka wî. Keça min li min geriya û rewş vegot."
Bav Gokalp got "Ez di tevahiya jiyana xwe de bi wî serbilind im" axaftina xwe domand û beşeke nameya ku Rêber hiştibû bi mere parve kir:
"Belê, ev nivîsa ku hûn niha dixwînin tişta ku ez dixwazim bînim ziman ew e, her mirov armanca wî û hedefeke wî heye. Riyên ku bixwaze biçe heye. Hin kes dixwazin bixwînin bibin bijîşk, parêzer, hin kes dixwazin bibin mamoste, dozger, bav û dayik. Min dixwest ez bibim bijîşk. Derfet jî hebûn. Lê di demên dawî de ev neleta îş-ît (DAIŞ) a ku derketiye, ez her dem wê lêkolîn dikim. Her dem ew bêşerefiyên ku ji hêla van ve tên kirin min difikirîne. Heke sedemeke mine çûyîna çiyê hebe, ev bi xwe ye. Dema her dem serî bên jêkirin, zarokên piçûk bên tecawiz kirin, mirov dema bimirin, ez serê xwe nadim ser belîfê û bi rihetî ranazêm, ez bênamûsiyê qebûl nakim.
'Ez hêvî dikim dê mirovahî rojekî ji nûve biwelide'
Ez bêdengiya mirovahiyê qebûl nakim. Ez her dem alîgirê aştiyê bûm. Ez fêm dikim ku me mirovan kesayetiya xwe ji bîr kiriye. Komkujiyên li Kobanê, Rojava, Şengal û Roboskê hemû wekî hev in. Lê em mirov di roja îro de çi dibêjin 'asayî ye.' Yanî dawiya dawî de kurd in. Ez êdî çavê xwe ji mirina kurdekî re jî nagirim, nikarim rakim. Dibe hezkiriyên minên hin tiştan ji min hêvî dikin hebin. Ez ji wan lêborînê dixwazim. Min ev rê hilbijart. Ez di serî de ji malbata mina her dem li gel min bû û ji her kesî re spasiyê xwe dikim. Ez hêvîdar im dê ev şer rojekî raweste û ez hêvîdar im dê mirovahî ji nûve biwelide."
(ms)