Çîroka du zarokên Şengalî
Du zarokên Şengalî yên ji destê DAIŞ‘ê rizgar bûn û bêyî agahiya wan ji hev hebe, heman rojê li Kampa Newrozê gihîştin hev. Ev gihiştina hev ji bo Şengaliyên li kampa penaberan bû hêviyek.
Kampa Newrozê a penaberan li Dêrika Hemko ye û piştî fermana 73’an a 3’ê Tebaxa 2014’an ji bo ji bo penaberên Êzîdî yên ji Şengalê hatibû avakirin. Bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê em çûn serdana vê kampa li Rojavayê Kurdistanê. Li kampê niha herî zêde behsa serpêhatiya xwişk û birayên bi navê Cûmana û Raîd tê kirin.
Ev her du xwişk û bira beriya niha bi 15 rojan ji destê çeteyên DAIŞ‘e rizgar dibin û bi 2 saetan navberê ji hev cuda digihêjin Kampa Newrozê. Xizmên wan ên li kampê dimînin tê derdixînin ku ev xwişk û birayê hev in. Piştî ku tê fêmkirin xwişk û bira ne, ev yek ji bo xelkê kampa Newrozê, dibe cihê kêfxweşiyê. Ji bo gelek Êzîdiyên hê xizmên wan di destê DAIŞ‘ê de, ev rasthatin dibe hêviyeke xwegihandina malbat û xizmên xwe.
PDK reviya malbata wan dîl hat girtin
Cûmana û Raîd beriya komkujî û fermanaDAIŞ’ê ya li dijî Şengalê, li gundê Siba Şêx Xidir tevî malbata xwe diman. Mîna gelek Şengaliyan, piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê malbata wan jî parçe bû û êşên mezin kişandin.
Yek ji gundên derba herî mezin di fermanê de xwar, Siba Şêx Xidir e. Topên hawanê yên DAIŞ‘ê li mala wan dikevin û tevî dayika wan birayê wan Ekrem jî birîndar dibe. Dûre pêşmergeyen PDK’ê direvin û piştî vê revê çeteyên DAIŞ dikevin nava gund û gelek mirovan qetil dikini. Yên qetil nakin jî dîl digirin. Yek ji van malbatan jî malbata Cûmana û Raîd e. Cûmana dema dîl tê girtin, yek ji pênc xwişk û birayên wê Raîd jî hê 4 salî ye.
Xalê Cûmana û Raîd ê li kampa Newrozê, Emîn wê şevê dema êriş dike li gundekî din ê li Şengalê ye û ji xwişka re dibêje, ber bi aliyê wan ve bê. Lê belê ji ber ku ew û xwarzêeyekî wî birîndar in, piştî reva PDK’ê dema telefonê dide xwişka xwe pê dihise ku dîl hatiye girtin. Xalê herdu zarokan Emîn, berê bi rêya telefonê bi xwişka xwe re dipeyive, û wisa dizane ku herî dawî li Tilaferê ye.
Di heman rojê de gihiştin Kampa Newrozê
Hêzên YPG’ê beriya 15 rojan Raîd anîn kampa Newrozê. Bi tenê du saetan piştî wê, keçek bi jineke Êzidî ya lal re anîn. Lê herdu zarok hev nas nakin. Lê belê, ew her tim li hev dinêrin û dikenin.
Yek ji wezîfedarên Kampa Newrozê Ozgur ku wê rojê ew pêşwazî kirin, dibêje hem zarokan hem jî jina Êzîdî ya lal a Cûmana pê re hat, gelekî bandor lê kirin. Ozgur dibêje, wan hemû xistin heman odeyê û weha dewam dike: “Zarok gelekî bi tirs bûn. Dema dengekî biçûk jî dihat dihibîstin, dibizdiyan. Cûma û Raîd qet bi hev re nedipeyivîn. Timî li hev dinêrî û dikeniyan. Gelekî bal dikişand. Piştre bi hêviya ku karibin wan nas bikin, me bang li rûspiyên li kampê kir.”
Di demên cuda de, di rêyên cuda re reviyan
Ebû Ziyad di nava Meclîsa Kampê de cih digire. Yek ji kesên ji bo naskirinê çû cem zarokan ew e. Ebû Ziyad bi Raîd, Cûmana û jina ew anî re diaxive û rê û rêbaza rizgariya zarokan vedibêje: “Keça me ya Cûmana bi xwe re anî, bi hin îşaretan hewl da nîşan bide bê Cûmana çawa rizgar bû. Wê got, ew pê re li heman cihî dima û dema reviya ew bi zorê bi xwe re anî. Ji ber ku lal e, jê we ye ku di rê de ew ê alîkariyê bide wê. Di heman demê de nikare qebûl bike, ku keçeke Êzîdî di nava lepên wan hovan de bimîne. Cûmana naxwaze bê, dev li destê wê dike. Lê ew bi Cûmana digire û tîne. Ev keça me jî ji gundê Koço yê Şengalê ye. Heta niha Cûmana jî, ew jî li Reqayê bûn.”
Her du zarokan jî zimanê xwe ji bîr kiriye û bi tenê bi Erebî dipeyivin. Raîd dbêje, ew ji Siba Şêx Xidir e û heta niha li Reqqayê bûye. Ew ji Reqqayê direve û tê heta cihekî. Li wir jî şervanên YPG´ê wî dibînin û wî tînin kampê. Derdikeve holê ku wî û Cûmana li Reqqayê qet hev nedîtiye. Ebû Ziyad ji bo reva wan dibêje; “Me ev ji wan fêm kir, dema reviyan haya wan ji hev tinebû, di rêyên cuda re hatine û li vir hev dîtine.”
"Ji me hîn bûn ku xwişk û bira ne"
Xalê zarokan Emîn bi vî rengî dibêje ku wî tê derxistiye zarok xwarziyên wî ne: “Raîd dema hat kampê gotibû ew ji Siba Şêx e. Ez jî çûm cem wan. Min hêdî hêdî jê pirsî. Digot navê dayika wî Adde, navê bavê wî Reşo ye. Her wiha got, birayekî jê mezintir Erkem û dayika wî li Reqqayê ne, lê haya wî ji yên din nîne. Wekî din haya wî qet ji bavê wî tinebû. Piştre min baş zanî ku ew xwarziyê min e.”
Ji bo zaroka din a hatî kampê jî Emîn dibêje, “Min zaroka keç qet nas nekir. Lê wê jî gotibû ew ji Siba Şêx e. Zarokan hev nas nekir, lê timî li hev dinihêrîn û dikeniyan. Haya keçikê qet ji malbata xwe tinebû. Bi tenê navê gund, dayik û bavê wê dihat bîra wê. Wê demê derket holê ku her du zarok xwişk û birayê hev in, xwarziyên min in. Ew jî ji me hîn bûn ku xwişk û birayê hev in.”
Xalê zarokan Emîn got, ev yek ji bo xelkê li kampê jî bû hêviyek ku bigihêjin xizmên xwe.
Nûçe: BÊRÎTAN SARYA/ANF / DÊRIK
Çavkanî: YENİ ÖZGÜR POLİTİKA