Çîroka kelehekê...
ÇETÎN DEVRÎM - BEHDÎNAN 13.07.2014 07:23:17 Kurdistanî di tevahiya dîrokê de rastî her cure êrîş û zextan hatine, di gelek berhemên dîrokî de şopên berxwedan û êrîşên bi wan re rû bi rû mane tên dîtin. Yek ji wan bermayan jî Keleha Qumrî, bi navekî din bajarê Kameran e.
Em wek komeke rojnamevan, di gera Metîna de rastî gelek cihên dîrokî hatin. Ev bermayên berê ku li benda lêkolînkirina rabirdûya dîroka xwe ne, di heman demê de gelek çîrokên îsyan û berxwedanê di nav xwe de dihewîne. Yek ji wan jî ku Keleha Qumrî bi navê xwe yê din Bajarê Kameran e, bi herêma Amediye û Zaxo re sînor e. Mirov ji saetekê zêdetir ancax dikare derkeve lutkeya kelehê.
ÇÛNA BER BI LÛTKEYÊ VE
Rêya me di geliyekî bi darên kezwan, gûz û fêkî re derbas dibe. Her çiqasî li ber dengê ava ku diherike re jî em dimeşin, dengê avê nikare bandora germê bişkîne.
DI DÎWARAN DE ŞOPÊN ŞERAN HENE
Keleha ku qismekî zêde ji zinarên mezin ava bûye, yê din jî bi keda mirovan çêbûye. Şopên texrîbê yên di keviran de, diyar dike ku şahidî ji şerên dijwar re kiriye. Li hin deverên kelehê jî dîwar hilweşiyan e. Di nav kelehê de em rastî sarincan (çalên mezin ên avê) hatin. Ev çal wek depoyên avê hatine bikaranîn.
Di nîvê kelehê de jî di çalekê de xavan û destarê jinên Kurdistanî yên berî niha bi çariyek sedsal tîne bîra me.
CARA YEKEMÎN RUSTEMÊ ZAL KELEHÊ FETIH DIKE
Di berhema Şahname ya helbestanê Îranî Fîrdevsî yê navdar de, tê diyarkirin ku keleh cara destpêkê ji aliyê Rustemê Zal ve tê fetihkirin.
Tê gotin ku di binê kelehê de cihekî bi navê “Mezar Xane”, heye. Mirov li wir dihatin dermankirin û car caran jî dikirin zîndanê. Tê gotin ku paşayê kelehê xwarziyên Rustemê Zal Gûrnîs û Bejên dîl digire û di kelehê de heps dike. Dema agahî ji Rustemê Zal re diçe. Rustem tê kelehê fetih dike, paşa direve yan jî tê kuştin.
GEMARMÊS
Piştî keleh tê xerakirin, Xiristiyanekî Katolîk ê bi navê Gemarmês tê ji nû ve kelehê ava dike. Tê gotin ku navê keça vî zilamî Qumrî ye û keleh jî navê xwe ji vê digire. Gemarmês, demeke dirêj li herêmê hakimiyeta xwe didomîne.
KEÇA GEMARMÊS XWE JI KELEHÊ DIAVÊJE
Li gor riwayetê, navê Keleha Qumrî ji navê keça Gemarmês tê. Keçeke Gemarmês a bi navê Perî heye. Dîsa tê gotin ku navê wê Qumrî ye. Qumrî yan jî perî di nîqaşeke ligel xwişk an jî birayê xwe de ji ber rastî heqaret û bêbextiyan hatiye, xwe ji zinaran avêtiye xwarê. Tê diyarkirin hê jî cihê ku wê keçê xwe avêtiye wek ziyaretgehekê tê qebûlkirin.