Çîroka reşkujiyek li bajaroka Sêgirkê
Malbata Nûredîn Babat yê bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilabana Şirnexê ji aliyê tîma Xencer ve tê gulebarankirin û di encamê de jinbiraya wî û biraziyê wî têne kuştin
Dûnya Pale Behdînan - Malbata Nûredîn Babat yê bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilabana Şirnexê ji aliyê tîma Xencer ve tê gulebarankirin û di encamê de jinbiraya wî û biraziyê wî têne kuştin. Gerilayê Kurd Baran Medya yê bi navê Mehmed Elî Babat sala 1990 li bajaroka Sêgirkê ya girêdayî Qilabana Şirnexê ji dayîk bûye û bi xwe bûye şahidê komkujiyekê.
Bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilabana Şirnexê ku weke yek ji navendên komên çete û Tîma Xencer tê nasîn. Di salên 90an de gelek bûyerên reşkujî yên bi hevkariya cerdevan, kontra û JÎTEMê pêk hatin. Ev reşkujî heta niha jî berdewam dikin.
Gerîla Baran Medya ku yek ji şahidê van reşkujiyan e diyar kir ku dema ev komkujî qewimî temenê wî 17 salî ye û wiha got: “Meha nîsana 2006an Nûredîn Babat, hevsera wî Feyrûz, jinbiraya wî Eyşe Babat û biraziyê wî Remazan Babat yê 19 salî diçin nêzî gundê Axiyan giya kom dikin. Ji bilî wan gelek gundî li wê derê giya didirrûn. Lê belê gava ku ev giya kom dikin, hin kesên ku ruyê xwe pêçandine gazî Nûredîn Babat dikin û dibêjin tifinga xwe deyne û teslîm bibe, bi gotina wan re Nûredîn Babat dibeze. Gava ku dibeze ew kom wan gulebaran dikin. Hevsera Nûredîn Babat Feyrûz birîndar dibe, her du berbi gund ve direvin û hewara gundiyan dikin. Lê belê Eyşe Babat û Remezan Babat di nava lepên wan de dimînin û nikarin xwe rizgar bikin.”
EYŞE BABAT Û KURÊ WÊ TÊNE KUŞTIN
Baran Medya di nava axaftinên xwe de da zanîn ku sercerdevan û endamê Tîma Xencer Hazim Babat demjimêr 11.00an di mizgeftê de bang dike û dibêje: “Bibezin, hewara Nûredîn Babat gerila êrîşî wan kirine,” bi vê axaftinê re hemû zarok, jin û zilam dibezin û dixwazin biçin bi hewara wan, lê belê leşker pêşiya wan digirin û destûr nadin ku gel biçe cihê bûyerê.”
Tişta ku ji Baran Medya re bûye nakokî, çûyîna leşkeran wê derê ye û wiha berdewam kir: “ Kesekî ji me wate neda çima leşker hatibûn wê derê û destûr nedidan ku gel biçin cihê bûyerê. Berî ku ew bûyer biqewimê ticarî leşker nedihatin wê derê. Ji gel re gotin em ê dest bi operasyonê bikin. Ji nîvro heyanî ber bi êvarî ve leşkeran destûr nedidan ku gel biçin cihê bûyerê û hevsera Nûredîn Babat Feyrûz ya birîndar jî rêkin nexweşxaneyê. Zilaman Feyrûz Babat xistin nava betaniyekê de û li benda leşkeran man.”
Medya da zanîn ku gel nema dikarîbû tehemul bike û bi zora xwe berê xwe dane cihê bûyerê û ev agahî da: “Gava ku em çûne cihê bûyerê, qîr-qîra jin û zarokan bû. Her der gulabaran kiribûn. Du cenaze jî li binê darekê bûn.”
Baran Medya di nava gotinên xwe de ragihand ku zilaman xwestin biçin betanî biavêjin ser her du cenaze û weha pê de çû: “ Tîma Xencer gelekî bi cenazeyê Eyşe Babat leyîstibûn û serê wê jî jê kiribûn. Cenazeyên Eyşe Babat û kurê wê Remezan Babat danîbûn ser hev du û mayîn xistibûn binê wan de. Çawa zilamên gund xwestin biçin betanî biavêjin ser cenazeyê wan, Sadiq Babat destûr neda û got ‘dibe ku xefik danîbin, xwe nêzî cenaze nekin.’ Piştre zilaman bi xwe hemû qablo qutkirin û betanî avêtin ser cenaze. Piştî ku her du cenaze danîne ser hêstiran berê xwe dane gund. Hîna em negihîştibûn gund leşker hatin pêşiya me, cenaze ji gundiyan standin û rê kirin Şirnexê.”
HAZIM BABAT DESTÛR NEDA GUNDÎ GILÎ BIKIN
Baran Medya di nava gotinên xwe de anî ziman ku Nûredîn Babat dixwest giliyê bûyerê bike bike û weha dewam kir:“Her çiqasî Hazim Babar û Şêxmûs Babat bûyer avêtin ser gerila, Nûredîn Babat bawer nekir û xwest giliyê wan kesan bike. Lê belê Hazim Babat û Şêxmûs Babat destûr nedan vê yekê û li ser bûyerê girtin.”
ANF NEWS AGENCY