Çîroka rojnamegerekî ku kujerên wî diyar in: Cengîz Altun
10:43 22.02.2014 1 / 12 BÎLAL GULDEM
ÊLIH (DÎHA) - Nûçegîhanê rojnameya Yenî Ulke Cengîz Altun di 24'ê sibata 1992'an de li Êlihê li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Di rapora Susurlukê de hat gotin ku dewletê Altun kuştiye lê bûyer nehat zelalkirin. Dayik Turkan Altun, 22 sal in radyo, heste, pênûs, karta çapemeniyê, lênûst, saet û rojnameyên ku nûçe hatine çêkirin vedişêre.
Rojnameger Cengîz Altun di buroya Êlihê ya rojnameya Yenî Ulke de nûçegîhanî dikir û di 24'ê sibata 1992'an de li Êlihê li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Dema Altun jiyana xwe ji dest da 24 salî bû. Altun li aliyekî rojnamegerî dikir û li aliyê din jî li Êlihê zanîngeh dixwend. Di sala 1993'an de der barê bûyera qetilkirina Altun, navê Îsmaîl Emsen derbas bû. Îsmaîl Emsen di lêgerîna rê ya navbera rêya Mêrdîn-Amedê de hat girtin, çekek li ser wî hat girtin û di encama lêkolînê de derket holê ku Altun bi vê çekê hatiye qetilkirin.
Îsmaîl Emsen di îfadeya xwe de got endamê Hîzbullahê ye çek aydî birayê wî Metîn Emsen e û ji bo parastina xwe ev çek hildaye ser xwe. Emsen ji sedema qetilkirina Altun nehat girtin, bi hinceta ku çeka bê ruhsat bi xwe re gerandiye hat girtin. Piştî demeke kurt serbest hat berdan. Lê piştre ne Metîn Emsen hat dîtin û ne jî der barê bûyerê lêpirsineke berfireh hat kirin. Piştî bûyera Susurlukê ya der barê mijarê Rapora Susurlukê hat amadekirin û di raporê de hat gotin ku dewletê Cengîz Altun qetilkiriye. Lê heta niha bûyer nehatiye zelalkirin.
Li ser qetilkirina Altun re 22 sal derbas bûn, hêj kujer nehatine dîtin û bi salane dayik Turkan Altun bi bîranînê kurê xwe dijî. Ew roj ev roj e, dayik Altun, radyo, heste, pênûs, karta çapemeniyê, lênûst, saet û rojnameyên ku nûçe hatine çêkirin vedişêre. Dayik Altun wiha behsa Cengîz Altun kir: "Tenê dozeke kurê min hebû, ew jî têkoşîna azadiya kurdan bû. Cengîz, malbat, xwîşk û birayên xwe pir hez dikir. Pir mert û bêtirs bû. Her tim alîkarî dida min û ez pir hez dikirim. Dema ez diçûm cihekî xwîşk û birayên xwe tenê nedihişt. Dema ji nûçeyekî vegeriya dihat ji min re behsa nûçeyê dikir. Tiştên ku di dema şopandina nûçeyê de hatiye serê wî vedigot. Ji van nûçeyan yek jî jê nûçeya dema çûne Midyad û çiyayê Cûdiyê bûn."
'Cengîzê min...'
Dayik Turkan Altun anî ziman ku Cengîz Altun her tim behsa têkoşînên azadiyê yên li cîhanê û Vîetnamê dikir û wiha got: "Digot em ê jî rojekê azad bibin, mafên xwe bi dest bixin. Ji ber vê yekê dewlet û konrayan kurê min qetilkirin. Tenê sûcekî kurê min hebû, ew jî li pey rastiyan ketibû. Rojnamegerekî objektîf bû. Ji ber ku rûreşiya wan deşîfre kir, hat qetilkirin. Beriya ku Cengîzê min bê qetlikirin der barê çemê Îuhê nûçeyek çêkiribû, ev nûçe bûbû manşet û pir kêfxwey bûbû. Her tim rastî gefên kuştinê dihat." Dayik Altun, strana ku Hozan Mizgîn ji bo Cengîz Altun gotiye bibîrxist û diyar kir ku dê her tim şopdarê kurê xwe bin.
'Mirineke bi rûmet'
Altun wiha behsa merasîma cenazeyê kurê xwe kir: "Dema me cenaze bir goristanê leşker û polîsan li ber me barîkat danîn. Min bang li wan kir û wiha got; 'binêrin mirin wiha dibe, wiha bi rûmet dibe'. Mirineke wiha bi rûmet xweş e. Min ji wan re got lê dema hûn bimirin haya kesekî ji mirina we çênabe." Dema Cengîz Altun hat qetilkirin birayê wî Şivan Altun 8 salî bû û rojname, wêneyên aydî birayê xwe nîşan da û wiha got: "Ew xwîn û canê me ye. Erê Cengîz şehîdê hemû Kurdistanê ye. Tenê şehîdê me nîne. Em soz didin ku em ê heta dilopa dawî ya xwîne xwe pênûsa wî li erdê nahêlin. Em ê heta dawiyê li doza wî xwedî derkevin. Bi hezaran ewladê kurdan di vê riyê de jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van Cengîz e. Em dixwazin kiryar bên dîtin."
(ça)