Çîroka Taşkin hate vegotin
Di çalakiya Dayikên Şemiyê de çîroka Taşkin hate vegotin
Dayikên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya hefteyî de çîroka Mehmet Taşkin ê ku di sala 1992'yan de li Dîlokê hate gulebarankirin hate vegotin.
Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya hefteyî li ber Lîseya Cîzîrê li dar xistin. Di çalakiyaê de wêneyên kesên di salên 1990'an de hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya hefteyî de çîroka Mehmet Taşkin hate vegotin. Gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn.
Hevsera Mehmet Taşkin ên ku di sala 1992'yan de li Dîlokê ji aliyê JÎTEM'ê ve hate gulebarankirin û qetil kir Hediye Taşkin çîroka hevserê xwe vegot û wiha got: "Hevserê min tu zirar nedabû kesê ajokar bû. Ji Dîlokê re bar biribû. Dema ku bi hevalê xwe Reşît re rûdinişt ji aliyê endamên JÎTEM'ê ve hate gulebarankirin. Hevserê min li wir jiyana xwe ji dest da û hevalê wî Reşît jî bi bîrîndarî xelas bû. Hevalê hevserê min got endamên JÎTEM'ê ew gulebaran kirin. Hevalê hevserê min Reşît jî piştî salekê ji ber birîndariyê jiyana xwe ji dest da. Me zirar nedabû tu kesî. 6 zarokên min di nav neçariyê de mezin bûn. Heke sûcê hevserê min heba bila girtiban û darizandiban. Qatilan çi ji me xwest.Em dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin. Em dê her tim vê dozê bişopînin."
Piştî axaftina Taşkin endamên Dayîkên Şemiyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
(bd)