Çîroka Şengê û Pengê bû şano
NAVENDA NÛÇEYAN 13.03.2014 08:10:29 Çîroka bi navê Şengê û Pengê ku di folklora Kurdî de bi gelek varyantan heye, ji aliyê Teatra Zîv ve wekî lîstika zarokan hate derxistin.
Lîstik ji aliyê dramatûrgê Kurd Çetoyê Zêdo ve hatiye nivîsandin û di heman demê de derhêneriya lîstikê jî ji aliyê Zêdo ve tê kirin.
Çîroka Kurdî ya bi navê Şengê û Pengê li gelek deverên Kurdistanê bi gelek varyantên cuda tê zanîn.
Lîstika Şengê û Pengê ku nivîskarê Kurd Sîdar Jîr şêwirmendiya wê ya adaptasyonê û folklorê kiriye di serî de li Qoser, Mêrdîn û Şemrexê derket pêşberî temaşevanên xwe û herî dawîn jî di 9’ê Adarê de li Amedê, li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn derket ser dikê û li pêşberî zarokan hate pêşandan.
Teatra Zîv ku koma şanoyê ya herî nû a Kurdistanê ye, bi Şengê û Pengê cara pêşîn derket pêşberî temaşevanan û lîstika Şengê û Pengê wekî pirtûk jî hatiye çapkirin.
Di koma şanoyê ya bi navê Teatra Zîv de wekî lîstikvan Umît Aktaş, Zelal Yildirim, Sultan Çaça, Hediye Cevizci, Zeynep Guneş, Ronî Tuzun, Mehtap Yildirim û Hossain Zêdo cî digirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin Teatra Zîv dê lîstika Şengê û Pengê li gelek deverên din derkeve ser dikê.
Ji aliyê din ve jî derhêner Çetoyê Zêdo û şêwirmendê Teatra Zîv û nivîskar Sîdar Jîr destnîşan kirin ku wan wekî proje gelek çîrokên ji folklora Kurdî dane ber xwe da ku ji bo zarokan bikin lîstik.