1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Çîrokeke winda û zindî
Çîrokeke winda û zindî,çîrokeke,winda,û,zindî

Çîrokeke winda û zindî

A+ A-

BERJÎN TÊKOŞER

MEXMÛR (DÎHA)- Dayika du zarokan Rihan Baytuş dema dest bi çîroka jiyana xwe dike û hewl dide ji me re qala wan rojên berê, ango wek ew bi lêv dike û vedibêje, dest bi çîroka jiyana xwe ya bi êş bike, wek her jin û dayikeke Kurd jiyana Rihan Baytuş jî tijî êş, kul û xemin. Rihan Baytuş ji bo zarokên xwe dayik, bav û kedkareke ku tu caran heqê wê nikare bê dayîn e. Weke ku ew jî dibêje: "Ez neçar bûm ku her zor û zehmetiyên jiyanê ji bo zarokên xwe bidim ber çavan."

Gundê bi ser Cizîra Botanê Şax, xwedî erdnîgariyeke pir dewlemend e. Ji hela dîrokî ve jî xwedî dewlemendiyeke mezin e. Gundê Şax li qûntara Çiyayê Cûdî li cihê herî tûj hatiye avakirin. Di aliyê bakur, rojhilat û rojava de herêmek çiyayî ye. Gelek xirbeyên kelehan ên dîrokî jî li gundê Şax hene. Rihan Baytuş dema çîroka jiyana xwe bi me re parve dike, behsa rojên ku li gund derbas kirine dike, bedewî û xweşikbûna gundê xwe qet ji bîr nake û wiha dibêje: "Gundê me di Kurdistanê de bi nav û deng e. Bi xweşikbûn û bedewiya xwe weke bûkeke xemilandî bû. Her devera wê bi çem, kanî, dar û daristanan hatibû dorpêçkirin. Te çi fêkî xwestiba te dikarîbû li gundê Şax bi dest xistiba. Ji bo wê me tu caran ji bajar fêkî nedikirî, ne tenê fêkî me pir pêdiviyên xwe yên din jî li gund bi dest dixist û me hewce nedidît ku em serî li bajaran bixin. Çiyayên wê weke Çiyayê Cûdî bi heybet û serbilind bûn."

'Peyv jî tera vegotinê nake'

Rihan Baytuş li gundê Şaxê ji dayik bû. Heya temenê ciwantiyê li gundê Şaxê ma. Di 17 saliya xwe de hate zewicandin. Rihan Baytuş li gorî kevneşopiyên berê bêyî kesê ku pêre dizewî nas bike hate zewicandin. Bi berdêl hate zewicandin. Rihan behsa şert û mercên wê demê kir û wiha got: "Temenê min 17 sal bû û li gorî kevneşopiyên wê demê me zêde nikarîbû em bi zilaman re rehet bidin û bistînin. Her çend kesê ku ez pêre zewicîm kurê meta min bû jî lê belê min ew nas nedikir. Dema dihat gundê me jî min zêde pêre nedida û nedistand û têkilî çênedikir. Ji ber ku li gorî urf û adetên wê demê wisa dixwest, em jî li gorî wê tevdigeriyan. Wê demê bav çi bigota ew dibû. Mafê te yê nêrîndayînê tune bû. Jixwe her tişt hatibû amadekirin û ez ê bibama berdêliya birayê xwe. Bi wî rengî ez zewicandim û şandim gundê Heblerê."

'Gelê gund bi heviyek mezin li benda derketina rojê bûn'

Rihan Baytuş bi kelecan û çavên tijî bendewarî berdewam kir û wiha got: "Heya wê demê yanî salên 90'î me zêde Tevgera Azadiyê nas nedikir. Lê belê deng û destanên qehremaniyên gerîllayan li herêmê belav dibû. Êdî her kes weke ku ji xewa bi salan şiyar bibe; bi coş û kelecan qala rizgariyê dikirin û dixwestin ji zilma heyî rizgar bibin. Li herêma Botanê Tevgera Azadiyê li ser jina Kurd jî tesîreke mezin da avakirin. Hestên welatparêziyê di asteke herî jor de bûn. Her kes li benda hêviyekê bû ku wan bigihîne azadiyê. Ji bo wê jî gelê herêmê bi dil û can li benda derketina rojê bûn. Êdî tu tiştî nikarîbû li ber hêviyên wan bibe asteng. Hevserê min Ehmed jî di demeke wisa de gerîlla û Tevgera Azadiyê nas kir." Rihan bi çavên tijî rondik û bi kelûgirî behsa gerîllayên ku cara yêkem wan dibîne dike û wiha dibêje: "Di sala 1992'yan de komek heval hatin gund û wê demê dema min ew heval dîtin bandoreke mezin li ser min jî dan çêkirin. Navê wan hevalan hîna jî ji bîra min neçûne. Navê wan Rohat, Mele Elî, Serhad û Elî bû. Jixwe piştre min navê kurê xwe kir Rohat ku ew heval di êrîşeke dijmin de jiyana xwe ji dest da."

Şewitandin û wêrankirina gund

Rihan Baytuş bi dilekî biêş vegeriya wan rojan û êşên wê zêde dibin û ev yek jî dibe sedem ku gotinên vê car caran nîvçe bimînin. Lê piştî demekê sekinî û hêz da xwe da ku peyvên nîvçemayî temam bike û wiha axivî: "Berbang bû em ji bo nimêja sibehê rabibûn. Ez û keça pismamê xwe Nahîle ji bo ku em biçin avê bînin me berê xwe da kaniya gund. Jixwe pirî caran em her du bi hev re diçûn avê. Dema em gihiştin ser kaniya gund me dît ku li her devera gund kozikên leşkeran hene. Di wê kêliyê de tirsek ket dilê min û min keça pismamê xwe di wê mijarê de hişyar kir û min jêre got, 'Ew kozikên leşkeran in', û me hewl da ku em zû bigihîjin malê. Rojê nû tîrêjên xwe berdida ser gund. Min carekê dît ku leşkeran gund bi panzeran dorpêç kirine û ketine nav gund. Di gund de her kes ango jin, zarok, pîr û kal hemû kom kirin û birin nav zeviyan. Gund dan ber agir; ji malan û axurên pez bigirin heya kadînan her cih şewitandin. Em hemû tî û birçî li wê derê dan sekinandin. Piştî wê êdî kesî nikarîbû li gund bimîne, jixwe dijmin jî destûra wê yekê nedida. Em neçar man berê xwe bidin Cizîrê."

Girtin, kuştin û êşkenceyên bêpirs

Baytuş behsa girtin, kuştin û êşkenceyên wan deman jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di wan salan de pir kesên bêguneh ku tenê ji ber ku Kurd bûn dihatin girtin û bi mehan di bin êşkenceyên herî giran de diman. Tenê îtîrafkirina Kurdîtiya xwe dikarîbû bibe sedama mirina mirovan. Hevserê min Ehmed ku ji bo dadgeha birayê xwe çûbû Cizîrê li wê derê hat girtin û bi qasî mehekê di bin êşkenceyên herî giran de ma. Jixwe nêzî mehekî me tu agahî jê negirt. Piştî mehekî anîn dadgehê û berdan. Lê wî dizanîbû ku êdî li vê derê derfetên jiyanê nemane û piştî ew qas êş û êşkenceyê nikare li wir bijî. Ji bo wê jî welat terikand û berê xwe da Çiyayê Cûdî."

Kêliyên ku tu caran nayên jibîrkirin

Rihan Baytuş, li ser koçberiya xwe rawestiya û wiha pêde çû: "Em derbasî axa Başûrê Kurdistanê bûn û li qada Heftanîn Şeraniş bi cih bûn. Piştî demekê em neçar man ku ji wê derê jî koçberî cihekî din bibin. Jixwe me ji Şeraniş bigire heya Nehdaran, ji Nehdaran bigire heya Nînova û ji wê derê jî heya Geliyê Qiyametê geriyan. Nedihiştin em deverekê ji xwe re bikin stargeh. Di her alî de êrîş dianîn ser me û bi dehan kesên me dikuştin. Ji bêderfetiyan em perîşan bibûn. Me nikarîbû ji bo zarokên xwe tasek av bi dest bixin. Jixwe xwarin tune bû. Ji bo ku em zarokên xwe ji mirinê rizgar bikin em diçûn daristanan, me berû kom dikirin û me wisa zikê zarokên xwe têr dikir. Rojekê dîsa em ji bo ku berûyan kom bikin çûn daristanan ji nişka ve dengê teqînekê hat; di wê kêliyê de her kes ber bi konan ve dibêziya, da ku xwe bigihînin zarokên xwe. Ez jî weke her kesan bi tirs ber bi kon ve beziyam, lê belê lingên min tevizîn min çi dikir min nikarîbû bibezim. Di wê kêliyê de hevserê min ket dilê min û min xwe bi xwe re wiha got; 'Gelo tiştek pê nehatibe.' Nizanim lê min hîs dikir ku tiştek bi serê wî hatiye. Dema ez gihiştim kon, mirov bi kelûgirî û çavên tijî rondik ber bi min ve dihatin; min wê demê êdî baş zanîbû ku Ew şehîd ketiye. Lê ez negiriyam, min wisa li derdora xwe temaşe kir. Jixwe ez ziwa bibûm û deng ji min dernediket. Tenê dema ku ez gihiştim ber kon ku Ew danîbûn, min qîrek da lê dengê min di carekê de hat birîn. Rondikên min di wê kêliyê de ziwa bibûn û çavên min tarî bibûn…" Rihan bi gotina "Ez hîna jî bawer nakim ku ew şehîd ketiye", gotinên xwe didomîne: "Jixwe dema ku hevserê min Ehmed gihişt şehadetê ez ne ligel bûm û min ew nedît; ji ber wê çendê şehadeta Wî ji bo min wek xeyalekî tê. Sal derbas bûn lê hîn jî dema dengek tê ango kesek li derî dide, ez hîs dikim ku Ew e û bi çavên tijî hêvî berê xwe dizivirînim, lê careke din ji xewa giran şiyar dibim… Bê hêvî û bi êş rastiya heyî dipejirînim. Jixwe me her duyan jî tiştek neda hev. Ji ber ku derfetên ku em hevdu nas bikin û bi hev re bijîn çênebû. Her tim rev, tirs û koçberî bû para jiyana me."

Rihan ne tenê jin, dayik, di heman demê de kedkarek e

Rihan Baytuş, ku bîst salan bi tena serê xwe hem hembêzkirina jiyanê û hem jî zarok bi kedek zêde mezin kirine pir êş kişandiye. Baytuş, li ser zahmetiyên jiyanê jî axivî û wiha bilêv kir: "Min ji bo zarokên xwe hemû zor û zehmetî dan ber çavan. Di demên herî zehmet de ku em tî û birçî jî diman; min hemû tişt û her fedakarî da berçavan. Jixwe ez li mala tiyê xwe dimam. Zarokên wan jî pir bûn, du zarokên min jî hebûn. Ji bo vê di wan şert û mercan de debara malê û xwedîkirina zarokan pir zehmet bû. Ji ber ku di pêvajoyên berê de zêde zanebûna me tune bû û ji bo wê jî me ferq dixist navbera zarokên xwe yên keç û kur. Mînak; tenê du zarokên min hebûn, yek keç û yek jî kur. Min ji keça xwe jî gelekî hez dikir, lê dîsa jî min keça xwe ji evîna dayikê bêpar hiştibû, hemû hezkirina xwe weke xwarin û av min dida kurê xwe. Dema ez niha li wan rojan difikirim pir pê diêşim û ew yek li ser min giraniyeke mezin dide avakirin. Ji bo zarok hem dayik, hem bav û di heman demê de her cure berpirsiyariyên jiyanê dayina ser milên xwe hêzeke mezin dixwaze. Di rastiyê de ez jî nizanim ka min ew hêz ji ku û ji çi digirt."

17 salin di nava têkoşînê de cih digire

Rihan Baytuş ku ji sala 1995'an û vir ve di nav kar û xebatên giştî û bi taybet jî di nav xebatên jinan de cih digire wiha daüwî li axaftina xwe anî: "Piştî şehadeta hevserê min, ez ji bo zarokên xwe dayik, bav û di heman demê de heval bûm. Heya ji dest min hat min xwest ez bibim kedkarek baş ê Kurdistanê. Di van salên dawî de jî ez di nav xebatên Saziya Malbatên Şehîdan de cih digirim. Di heman demê de endama Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Şehîd Rustem im. Helbet hem erkên xwe yên dayiktiyê bicihanîn û di heman demê de berpirsiyariyên jiyanê girtina ser milên xwe û ligel van jî di xebatên jin û meclîsê de karkirin; bi qasî zor e ew qas jî hêzê dide min. Ez hêza xwe ji kar û xebata ku heye digirim û wisa xwe perwerde û bi hêz dikim. Ez di wê baweriyê de me tu astengiyên ku dema jin bixwaze, nikaribe derbas bike tune ye. Tenê bila ji hêza xwe ya derûnî haydar bin û bawer bikin."

(mae)


Bêjeyên Miftehî