1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çîçek: Parlementerya Aktaş nayê xistin
Çîçek: Parlementerya Aktaş nayê xistin,çîçek,parlementerya,aktaş,nayê,xistin

Çîçek: Parlementerya Aktaş nayê xistin

Serokê Meclîsê Çîçek: Parlementerya Aktaş nayê xistin

A+ A-

Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek, anî ziman ku dê parlamenteriya Parlamentê Wanê Kemal Aktaş neyê xistin.

Serokê Meclisa Tirkiyeyê Cemil Çiçek, li salona merasimê ya meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Çîçek der barê xebatên dema 1 û 2'emîn a serdema 24'emin meclîsê nirxand. Çîçek anî ziman ku di 4'ê tîrmeha 2011'an de wekî serokê meclîsê hate hilbijartin û wiha got: "Di serdema 24'emîn de xebata meclîsê ya herî girîng Komisyona Lihevhatina Makeqanûnê bû. Dîsa me xebamten makeqanûna nû da destpêkirin. Di vê serdemê de krîza wekilên me yên girtî hebû. Pirsgirêka sondxwarinê deme şûnde çareser bû. Lê pirsgireka wekilên me yên girtî nehatiye çareser kirin. Min di salekê de bi hezar û 566 heyetan re hevdîtin pêk anin."

Çîçek, da zanîn ku ji 740 dosyayan 193 dosya "Progapanda rêxistinê", 161 dosya "li dijî xala meş û xwepêşandanê" û 118 dosya "pesndayîna sûc û sûcdar" û 39 dosya jî endamên rêxistina civakî" hatine vekirin. Ji van dosyayan 101 dosya têkildarî parlementeran e. Dîsa parlamanteriya Parlementerê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş nakeve em dê feslekeya wîe dîsa bişînin dadgeha eleqeder.

(mae)